Krîza aborî dengderên Tirkiye kirine dû alî

12-05-2023
RÛDAW
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê tenê du roj mane.
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê tenê du roj mane.
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 14ê Gulanê xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran diçin ser sindoqên dengdanê. Ew di demkê de deng didin, ku krîza aborî û enflasyonê ew xistine rewşeke tengav.

Erdal Karataş, welatiyekî Tirkiyê ye ku Berber e, ji rewşa niha ya aboriya welat bi gazin e, lê dibêje desthilata niha di 10 salên xwe yên ewilî de serkeftî bû.

Karataş dibêje: “Di 20 salên derbasbûyî de yek hikûmet hebû. 10 salên yekem bi rastî serkeftî bûn, lê 10 salên dawiyê ji xeta xwe dûrketin. Em dikarin jê re bêjin jehrîkirina deshilatê. Ew krîza aborî ya di vê dema dawî de zêde bûye, bi awayekî dijwar bandor li me kiriye. Ev çendîn sal in ez esnaf im, lê cara yekem e ku sînorê karta min a bankê tijî bûye. Bi deyn em deyn didin. Em kartên xwe yên bankê digrin, lê ew jî têrê nake, dahata me bi ti awayî têra xerciyên me nake.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo kêmkirina bandora enflasyonê hinek tedbîr ragihandin, wek zêdekirina mûçeyê kêmane û mûçeyê xanenişînan, rêdana bi xanenişniya pêşwext û alîkariya elektirîk û gaza xwezayî bo bikarberan. Ragihandina wan tedbîran jî bandor li beşekî dengderan kiriye.

Sabît Çelîk, esnafekî Tirkiyê dibêje: “Belê vê krîza aborî bandor li me kiriye. Bi heman nirxî em nikarin berhem bikirin, em girantir dikirin. Sedema wê jî krîza aborî ya cîhanî ye, benzîn û HTD, lê ez dûbare dibêjim, ji derveyî Erdogan ez ne di wê baweriyê de me ku bikarin vê yekê çareser bikin.”

Krîza aborî û enflasyonê hêza kirînê ya malbata kêm kiriye û ev hilbijartin kiriye hilbijartineke çarenivîssaz.

Rêveberê Ofîsa Enqerê ya Fona Marshall a Almanî, Ozgur Unluhîsarcikli dibêje: “Di van 20 salên deshilata Erdogan de cara yekem e rûbirûy; hilbijartinekê dibe ku egera wendakirina wî heye. Loma hilbijartineke girîng e. Yên di vê hilbijartinê de pêşbaziyê dikin ne tenê dû partî û dû serok in, ya rast dû nêrînên cuda ne. Li aliyekî nêrîna Serokkomar Erdogan a deleteke ewlekariyê, civakak yek reng û dixwaze hêzê di destê xwe de bihêle. Li aliyê din Kiliçdaroglu berbijêrê Hevpeymaniya Millet e. Ya Kiliçdaroglu nûnertiya wê dike Tirkiyeyeke piralî, ne marjînal û demokratîktir e.”

Ji bo serokkomariyê çar berbijêr dikevin pêşbaziyê. Pêşbaziya herî dijwar jî di navbera berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu de dibe.

Aliyên siyasî ji bo piştî hilbijartinê sozên xwe cîbicîk bikin, kar li ser bidestxistina hejmara herî zêde ya kursiyan dikin ku 600 kursiyên parlamentoyê hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst