Erdogan: Dê sedema vekişîna Înce heta roja Şemiyê diyar bibe

12-05-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Muharrem Înce Kemal Kiliçdaroglu ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û berbijêr serokkomariyê bo hilbijartinên 14ê Gulanê Recep Tayyip Erdogan, derbarê vekişandina Muharrem Înce ji berbijêriya serokkomariyê got: “Eger sibe nebe, dê roja Şemiyê sedema wê diyar bibe.”

Berbijêrê Serokomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce, di demekê de ku tenê 3 roja ji hilbijartinan re mane, roja 11ê Gulanê ji berbijêriya serokkomariya Tirkiyê vekişiya.

Recep Tayyip Erdogan, îro 11ê Gulanê di mîtînga Enqerê de derbarê vekişandina Muharrem Înce de axivî û ji ber vekişandina Înce, Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu tohmetbar kir. Erdogan dibêje: "Yek ji berbijêran ji berbijêriyê vekişiya. Em nizanin ji ber çi ji berbijêriyê vekişiya, lê ya rast ez xemgîn bûm."

Recep Tayyip Erdogan got “Bay bay Kemal çawa hat, bi çi hat? Bi bantê hat. Niha jî yek ji berbijêrên serokkomariyê ji berbijêriyê dûr xist. Çawa dûrxist, ew eger sibe nebe, dê roja Şemiyê diyar bibe. Ji ber ku hemû karên van dek û dolab e. Hûn dikarin ji îro û pê de ji bay bay Kemal re bêjin fêlbaz.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst