Di Festîvala Laleyan de Stenbol bi rengên cuda hat xemilandin

12-04-2024
RÛDAW
Di Festîvala Laleyan de Stenbol bi rengên cuda hat xemilandin
Di Festîvala Laleyan de Stenbol bi rengên cuda hat xemilandin
Nîşan Festîvala Laleyan Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê rojane bi sedan geştyar berê xwe didin Festîvala Laleyan.

Festîvala Laleyan li Parka Emîrganê ya li Stenbolê bi rê ve diçe.

Park di çarçoveya Festîvala Laleyan a 2024an de bi rengên kesk, sor, zer û binevşî xemiliye û geştyar ji bo dîtina wê xweşikiyê diçin parkê.

Geştyara Rûs Valeria Yildirimê anî ziman:

“Şeş sal in ez têm Festîvala Laleyan, min dîmen li Instagramê dîtin.

Cihek û parkeke xweşik e. Ji bo malbatan jî gelekî guncav e û em wekî malbat her sal tên.”

Geştyarên navxwe û biyanî di serdana xwe de ne tenê dîmenên laleyan dibînin, di nav parkê de golek jî heye ku bi werdekan xemiliye.

“Dîzayna wê dişibe ya Holendayê”

Geştyarê bi navê Şener Şevkî got:

“Dîzayna wê dişibe ya Holendayê. Ji ber ku min tiştên wiha li wê derê dîtine.

Lê yên vê derê baştir in ji ber ku corên laleyan zêde ne û dîzayn jî xweşiktir e.”

Di çarçoveya festîvalê de Muzexane û Weqfa Laleyan jî ji geştyaran re vekiriye û berhemên wek sinî û guldankên ku li ser wan lale hatine nexşandin jî tên nîşandin.

Serokê Muzexane û Weqfa Laleyan Salih Arslan jî da zanîn:

“1ê Nîsanê Festîvala Laleyan dest pê kir. Di muzexane û weqfa me de nêzîkî 250 berhemên me hene ku dîroka wan vedigere heta 600, 400 û 200 salan.”

Festîvala Laleyan ji sala 1960an ve berdewam e û îsal bi giştî li pênc cihan 5 milyon lale hatine çandin ku li hinek beşan nêrgiz jî tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst