STENBOL – HEZKURDê bi cilûbergên Kurdî ji bo dersa Kurdî belavok dan xelkê

12-02-2024
Omer Sonmez
Bi cilên Kurdî belavok belav kirin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bi cilên Kurdî belavok belav kirin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HEZKURD Kurdî Dersên Kurdî Stenbol Esenyurt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HEZKURD ji bo balê bikşîne ser dersa nemecbûrî ya Kurdî, bi cilûbergên Kurdî daket meydanan.

Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURDê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê û ji bo dersa Kurdî belavok belav kirin.

Broşurên ku bi Kurdî û Tirkî hatibûn amadekirin li zarok, dayik û bavan hatin belavkirin.

Li gel ku bi awayê fermî îro roja dawî ya serlêdanan e jî haya piraniya dê û bavan ji dersên Kurdî nîne.

Hem rêveberiyên dibistanan dersa Kurdî vedişêrin hem jî li qadê xebatên birêkûpêk nayên kirin.

Herwiha ji bo xwendekar van dersan hilnebijêrin gelek astengan derdixin.

Dîsa jî hinek Kurdîhez û xemxurên Kurdiyê hewl didin zarok dersa Kurdî bibînin.

Rêvebirên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Komeleya Pêşengên Kurd jî piştgirî da kampanyaya Komeleya HEZKURDê.

Li Stenbola ku bi mîlyonan Kurd lê dijîn îsal li yek dibistana bi tenê jî dersa Kurdî nîne.

Armanca HEZKURDê ew e ku sala bê li çend dibistanên Stenbolê dersa Kurdî bê dayîn.

Bi cilên Kurdî daketin qadan

Polîsan car caran astengî ji HEZKURDê re derxistin lê wan dîsa jî çalakiya xwe bir serî.

Serokê Komeleya HEZKURDê Suphî Ozgen li ser armanca çalakiya xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî:

“Armanca me ew e ku em li Stenbolê, bi taybetî jî li Esenyurtê dersa Kurdî li dibistanan bidin xwendin.

Ji ber ku dersa Kurdî derseke yasayî ye divê ti kes astengan jê re dernexe."

“Neviyên me bi Kurdî nizanin"

Welatiya bi navê Gulimser got, "Em dixwazin dersa Kurdî li mekteban bê xwendin lê tune."

Welatiyê bi navê Hasîp anî zimên, “Em Kurd in û em bi zimanê xwe xeber didin lê neviyên me bi Kurdî nizanin."

“Haya me ji dersa Kurdî nebû”

Welatiya bi navê Ayfer jî da zanîn ku haya wan ji dersa Kurdî nebû û berdewam kir:

"Lazim e miletê Kurd her daîm Kurdiya xwe xeber bide. Zarokên me jî divê zimanê me zanibin.

Haya me ji dersa Kurdî nebû, em nû pê hesiyan."

“Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî”

Revebirê PWKyê Kasim Ergun jî diyar kir, “Divê zarok bi zimanê xwe perwerde bibin” û pê de çû:

“Em dixwazin ji dibistana seretayî heta zanîngehan Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.

Herwiha em dixwazin Kurdî li Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî, li Tirkiyeyê jî bibe zimanê duyemîn ê fermî."

Rêvebirê HEZKURDê Nîzamettîn Aydın bal kişand ser armanca çalakiyê û got:

“Bi mîlyonan Kurd li Stenbolê, li navçeya Esenyurtê dijîn.

Me xwest em li vir gele xwe li hemberî pişaftinê hişyar bikin."

Komeleya HEZKURDê di çarçoveya kampanyaya dersa nemecbûrî ya Kurdî de xwestibû 6ê Sibatê li ber dibistaneke navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê jî belavokan belav bike.

Lê bele qaymeqam û polîsan ev çalakiya wan qedexe kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst