Partiya Paşerojê: Di serdema Biden de peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê dê nakoktir bin

11-11-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Umît Yardim
Umît Yardim
Nîşan Umît Yardim Joe Biden Amerîka Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu beriya hemû serok û rêvebirên Tirkiyê pîrozbahî li serokê nû yê Amerikayê Joe Biden kir.

Ew yek jî di nav medyayên Tirkiyê de bû cihê nîqaşeke nû ku beşeke rojname û televizyonên nêzîkî hikumetê îddîa dikin Kilicdaroglu piştiriya Joe Biden dike.

Kemal Kilicdaroglu, Serokê CHPê dibêje, “Dibe ku hin alî rexneya min bikin, lê her dema serokek nû were helbijartin em peyama pîrozbahî dişînin. Ji bo Joe Biden jî wisa, ferqa wî di gel serokên din tine.”

Ev der navendeke yek ji partiyên herî nû ya oposizyonê partiya Paşerojê ye, Berpirsê Karên Derve yê partîyê heman demê berê Balyozê Tirkiyê bû li Awistralyayê. Li gorî helwesta partiya Paşerojê weke di serdema nû dê peywendiyên Tirkiyê bi Amerikayê re nakoktir be.

Umit Yardim, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Paşerojê dibêje, “Di serdema nû de dê di peywendiyên Tirkiyê û Amerikayê de babatên nakok zêdetir werin rojevê, pêwîst e hikumeta me xwe li gorî vê yekê amade bike. Bo nimûne yek ji meselaya giring dê peywendiyên bi Rusyaya re û mijara S-400an û çarenivîsa wan be.”

Weke wan her Kurdên ku li eyaleta Chicago dijîn beşeke zêde ya Kurdan li ser torên civakî keyfxweşiya xwe ji ber serkeftina Biden diyar kirin.

Parlementerekî Partiya Demokratik ya Gelan (HDP) jî bi hêviya wê yekê nîne ku encam guhertineke mezin dirust bikin.

Îmam Taşçier, Parlerementerê HDPê, “Joe Biden û Demokratan bi Kurdan re têkiliyên zêdetir danan û ji bo Kurdan hin gotinên wan jî hebûn, lê dîsa jî siyaseta Amerikayê ne li gorî serokan li gorî dewleta Amerikayê tê diyarkirin. Ji bo wan ya giring berjewendiyên Amerikayê ne. Lê dilê Kurdan jî zêdetir li ser Biden bû, ji ber ku di 4 salên borî de Trump nêzîkatî bi Kurdan re nekir.”

Hikumeta Tirkiyê bi şêweyekî giştî li hember encamên helbijartinên Amerikayê û serkeftina Joe Biden helwesteke zelal nîşan neda.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst