Sancar: Çareseriya pirsa Kurd diyalog û zemîna siyasetê ye

11-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar HDP Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hehvserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ragihand, çareseriya pirsa Kurd, diyalog, lihevkirin û zemîna siyasetê ye. Derbarê êrîşa polîsên Tirkiyê li ser parlamnterekê wan jî Sancar got: “Ev êrîşa bi hovane ya li dijî parlamenterê me, ji ber dijmintiya li beramber Kurdan e.”

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar Îro 11ê cotmeha 2022ê di civîna heftiyane ya partiya xwe de derbarê pêşhatên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û mijarên di rojevê de axivî.

Sancar di destpêka axaftina xwe de qurbaniyên komkujiya 10ê Cotmeha 2015ê ya li Gara Enqerê bibîranîn û got “Li Enqerê bi hezaran mirovên ku kombûne kirin armanc û bi awayek hovane komkuj kirin. Tarîtiyek bixwîn xistin ser heza wan a aşitiyê. Ez ew 104 canên me yên ku ji me qetandine bi rêzdarî û minnet bibîrtînim.”

Mîthat Sancar derbarê êrîşa  polîsan a 9ê Cotemaha 2022ê li ser parlamenterê wan ê Îdirê Habîp Eksîk de jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir “Êrîşî gel û nûnerên gel kirin. Ev êrîşa bi hovane ya li dijî parlamenterê me, ji ber dijmintiya li beramber Kurdan e.”

Hevserokê HDPê di axaftina xwe de amaje bi pirsa Kurd jî da û got: “Em dûbare dibêjin, çareseriya pirsa Kurd, mûzakere, diyalog, lihevkirin û zemîna siyasetê ye. Ji bilî vê ti rêyek me nabe wî welatê ku aşitiya mezin lê pêkhatiye.”

Sancar di beşeke din a axavtina xwe wiha anî ziman "Serokê Giştî yê AKPê roja borî, bixwe got, meseleyeke bi navê meseleya Kurd nîne. Cilekê dînan heye ku bi navê meseleya Kurd hewil tê dayîn ku bikin ber me. Ya ku cilê dînan dide ber kirin, ew zîhniyet e ku neçareserkirinê bo vî welatî tîne. Ev zîhniyeta ku di pirsa Kurd de neçareseriyê ferz dike, zîhniyeta desthilatê bixwe ye ku hewil dide vî welatî di qefesekê de bi nerîneke tekane, birêvebibe û vê weke sedema hebûna xwe dibîne. Em di her warî de heman helwestê dibînin. Em di her warî de li dijî heman helwestê têkoşîna xwe dikin. Em pêdagiriya xwe ya li ser vê jî her demekê tînin ziman. Em dûbare dibêjin çareseriya pirsa Kurd, mûzakere, diyalog, lihevkirin û zemîna siyasetê ye. Ji bilî vê ti rêyek, me nabe wî welatî û siberoja  ku, maf, ked û demokrasî lê hene û aşitiya mezin lê pêkhatiye ."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst