Derbarê şaredariyên CHPyê lêpirsîna terorê: Gelek kes hatin desteserkirin

11-03-2025
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Şîşliyê Şaredariya Sariyer CHP Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê du şaredariyên CHPyê "lêpirsîna terorê" da destpêkirin û 32 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, li ser şaredariyên Sariyer û Şîşliyê yên Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin.

Lêpirsîn li ser îdiaya ku her du şaredariyên CHPyê, di navbera salên 2014-2016an de bi rêya îhaleyan piştgiriya aborî daye DHKP/Cyê hatiye destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê di çarçoveya lêpirsînê de bi ser 34 navnîşanan de girt û 32 kes hatin desteserkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê diyar kir ku larên lêgerînê hîn jî didomin û pê piştî guherînan agahiyên nû werin dayîn.

Serokên berê îfade da

Her wiha hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de  hat zanîn ku serokê berê yê Şaredariya Maltepeyê Alî Kiliç wekî 'mexdûr', serokê berê yê Şaredariya Şîşliyê Hasan Hayri Înonu û Alîkarê Serokê berê yê Şaredariya Şîşliyê Abdurrahman Emîr Sarigul bi rengê 'şahid' ji bo îfadeyê hatine gazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst