Kurtulmuş: Cihê çareseriya hemû pirsgirêkan parlamento ye

11-03-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku cihê çareseriya hemû pirsgirêkan parlamento ye û di pêvajoyê de jî dê parlamento berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş doh di bernameya fitarê de li gel nûnerên saziyên ragihandinê civiya û bersiv da pirsên wan.

Numan Kurtulmuş li ser pirsa “Di mijara Tirkiyeke bêteror de hûn dê li parlamentoyê rûniştina girtî bikin?” got:

“Pêvajo bi awayekî zelal tê birêvebirin û cihê ku hemû pirsgirêk bên çareserkirin parlamento ye.”

“Pirsgirêk dê bi helwesta hevbeş a partiyan bê çareserkirin”

Kurtulmuş bi bîr xist ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ewil bi wî re hevdîtin kiriye û wiha domand:

“Şandeyê behsa tiştên bên kirin, nexşeya rê û naverokê kir.

Me jî girêdayî mijarê behsa çarçoveya giştî kir. Piştî wê çûn serdana partiyan û hefteyê dubare partiyan ziyaret dikin.

Jixwe Parlamentoya Tirkiyeyê cihê çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye.

Ji ber vê yekê jî pirsgirêk dê bi helwesta hevbeş a partiyên siyasî bê çareserkirin.

Parlamento dê di encam de berpirsiyariya xwe bi cih bîne.”

Kurtulmuş derbarê amadekirina destûreke nû ya sivîl jî got ku kar û xebatên wan berê dest pê kirine û pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke nû heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst