Enqere (Rûdaw) - Piştî banga Abdullah Ocalan serdanên DEM Partiyê yên ji bo partiyên siyasî berdewam in.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji bo hevditinan xwe yên bi partiyên siyasî re li navenda Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi şandeyeke CHPyê re civiyan.
DEM Partiyê piştî CHPyê çû seredana Partiya DEVAyê jî.
DEM Partî dê rojên pêş AK Partî û MHP kî di nav de biçe seredana aliyên din yên siyasî jî.
Di dema hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re de Serokê CHPyê Ozgur Ozel got, "Em li ser paketeke demokratîkbûnê ya ku pirsgirêka Kurdan înkar nake kar dikin."
"Pêwist e her tişt li parlamentoyê bê axaftin"
Alîkarê Serokê CHPyê Mehmet Tum diyar kir ku "Zemîna her gotinekê parlamento ye" û wiha pê de çû:
Heta ku demokrasî û hiqûq nebe em nikarin pirsgirêka heyî çareser bikin.
Pêwist e her tişt li parlamentoyê li ser zemîneke demokratîk û bi beşdariya hemû partiyan bê axavtin.
Bêyî demokrasî û bêyî rêbazên hiquqê û bêbandorkirina parlamentoyê pirsgirêk çareser nabe ji ber ku cihê nûneriyatiya xelk parlamento ye."
"Bila her tişt li parlamentoyê bê çareserkirin"
Hevserokên DEM Partiyê piştî CHPyê çûn seredana Partiya DEVAyê.
Alikarê Serokê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî dibêje pêwîst e desthilast mijara pêvajoya çareseriyê wekî dosyayeke serbixwe radestî parlamentoyê bike û komisyonek di bin banê parlamentoyê de proseyê bişopîne.
Mehmet Emîn Ekmen wiha anî ziman:
"Me berê jî gelek caran gotiye ku Erdogan jî Bahçelî dibêjin `bila her tişt li parlamentoyê were çareserkirin` lê heta niha jî ji bo vê yekê gavek neavêtine."
DEM Partî di çarçoveya hevdîtinên xwe de roja 12ê mehê dê bi Partiya Karkeran a Tirkiyeyê, Saadet û Paşerojê re bicive.
Hevseorkên DEM Partiyê dê 17ê mehê jî bi şandeyên AK Partî û MHPyê re bicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse