Tulay Hatîmogullari: Dibe ku banga Ocalan negihêje 15ê Sibatê

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari DEM Partî Abdullah Ocalan Bang
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got dibe ku banga ku tê payîn Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bike, negihêje 15ê Sibatê.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê piştî civîna koma parlamentoyê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Tulay Hatîmogullariyê li ser pirseke derbarê "Banga ku tê gotin Abdullah Ocalan dê bike" got, "Dibe ku bang negihêje 15ê Sibatê."

Heyeta Îmraliyê dê were Başûrê Kurdistanê û hinek hevdîtinan bike.

DEM Partiyê diyar kir ku Şande dê 16ê Sibatê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Şande dê roja 17ê Sibatê jî here Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.

“Bangeke dîrokî dê bê kirin”

Hatimogullariyê bal kişand ser vê ziyareta Şandeya DEM Partiyê ya Herêma Kurdistanê û wiha got:

"Şandeya me dê biçe Herêma Kurdistanê û dê hinek hevdîtinan bike. Paşê encamên van hevdîtinan dê bigihêjin Birêz Ocalan.

Em texmîn dikin ku di nava vê mehê de dê bangeke dîrokî ya bi vî rengî bê kirin.

Îro li Tirkiyeyê di hemû hevdîtinên me de her kes dibêje ku divê li vî welatî aştî were pêkanîn.

Ji bo vê yekê civak amade yem siyaset jî amade ye.

“Desthilat ne amade ye”

Her di vê wateyê de mixalefet jî amade ye lê diyar e ya ne amade desthilat e.

Divê ew rêyên xwe yên ji bo aştî û diyalogê eşkere bikin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin.

Operasyonên îro yên li ser şaredariyên Stenbolê hatine kirin û cezayê ku dane Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, dibin wekî dînamîta ku vê pêvajoya diyalogê biteqîne.

Ji ber vê yekê em careke din bangî desthilat û aqilê dewletê dikin. Rê li ber bipêşveçûna aştî û diyalogê vekin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst