Banga Ocalan: Dê li meydanan ekranên mezin bên danîn

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan DEM Partî Amed Bang
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji bo daxuyaniya Şandeya Îmraliyê bang kir ku sibe li meydanên Amed û Wanê kom bibin.

Ji bo temaşekirina daxuyaniyê dê li her du bajaran ekranên mezin bên danîn.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe li girtîgeha li Girava Îmraliyê bi Serokê PKKyê Abdullah Ocalan re sêyemîn hevdîtina xwe pêk bîne.

Piştî hevdîtina li Îmraliyê, heyet dê sibe (27ê Sibatê) li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar bixe û derbarê hevdîtinê û encamên wê de agahiyên berfireh bide.

Daxuyaniya şandeya Îmraliyê ku tê çaverêkirin banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan tê de hebe.

Rêxistinên DEM Partiyê yên Amed û Wanê bi rêya medyaya civakî daxuyanî weşandin û bang li welatiyan kir ku li daxuyaniyê temaşe bikin.

Ji ber vê yekê, ji bo temaşekirina daxuyaniyê dê li her du bajaran ekranên mezin bên danîn.

Rexistina DEM Partiyê ya Wanê bi sernava "Em banga sedsalê bi girseyî pêşwazî dikin" bang kir û got:

"Ji bo bi hev re pêşwaziya banga aştiyê ya bi rûmet a ku birêz Abdullah Ocalan dê bike, em tevahiya gelê Wanê vedixwînin qada bajar."

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî ragihand ku ji ekranên mezin ên ku dê li Meydana Şêx Seîd a navçeya Sûrê bên danîn dê weşan bê kirin.

Rexistina DEM Partiyê ya Wanê bi sernava "Em banga sedsalê bi girseyî pêşwazî dikin" bang kir û got:

"Ji bo bi hev re pêşwaziya banga aştiyê ya bi rûmet a ku birêz Abdullah Ocalan dê bike, em tevahiya gelê Wanê vedixwînin qada bajar."

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî ragihand ku ji ekranên mezin ên ku dê li Meydana Şêx Seîd a navçeya Sûrê bên danîn dê weşan bê kirin.

Desteya Birêvebiriyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Wekî hûn jî ji nêzik ve dişopînin, sibê şandeya Îmraliyê dê bi awayekî berfirehtir biçe Îmraliyê û dê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.

Dê hevdîtinek were kirin derbarê daxuyaniya ku demeke dirêj e raya giştî li bendê ye, û piştî hevdîtinê jî şandeya Îmraliyê dê daxuyaniyê bide. Mana vê hevdîtinê û girîngiya wê ji bo her kesî xuya ye.

Ji bo vê daxuyaniyê ku wateyeke mezin dihewîne ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê, du plan hatine çêkirin ku dê li Amed û Wanê bên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de dê sibê di heman demê de saet 16:00an hemû kesên hilbijartî, birêvebir û xelkê welatparêz ên li bajar, navçe û bajarokên herêmên Amed û Botanê dê li Qada Dagkapiya Amedê bicivin; Hemû kesên hilbijartî, birêvebir û xelkê welatparêz ên li bajar, navçe û bajarokên herêmên Serhedê dê li Qada Bajêr a Wanê bicivin.

Saziya me ya hilbijartî divê xwe tenê wek beşdaran nebîne ji bo vê plansaziyê ku hatiye kirin, divê hewla wê hebe ku beşdariya herî berfireh a xelkên ku li herêma wê dijîn were misogerkirin.

Her wiha ji bo hatina ji bajar û navçeyên derûdor ber bi van her du navendan ve, divê hemû hevserokên şaredariyên me bi hesasiyeta hewce nêzîk bibin û hemû pêwîstî û armancan bê kêmasî bi cih bînin.

Em hêvî dikin ku hemû hevalên me li gorî wan hesasiyetên ku me li jorê anîne zimên, nêzî plansaziyên ku dê sibê bên kirin bibin û em di xebatên we de serkeftinê dixwazin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst