Li ser parlamenterên HEDEPê 512 fezleke hatine amadekirin

10-12-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Fezleke HEDEP Salîhe Aydenîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê, hejmara fezlekeyên rakirina parêzbendiya parlamenteran gihişte 733 fezlekeyan ku jê 512 derbarê parlamenterên HEDEPê de ne.

Li Parlamentoya Tirkiyeyê roj bi roj fezlekeyên ku daxwaza rakirina parêzbendiyên parlamenteran dikin zêde dibin.

Serokatiya Parlamentoyê heta niha 733 fezlekeyên ku ji aliyê Serokkomariya Tirkiyeyê ve hatine amadekirin ji Komîsyona Têkel a Destûrê ya Dadê ya Parlamentoyê re şandin.

Ji 733 fezlekeyan 512 derbarê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) de ne.

Herî zêde fezlekeyên Salîhe Aydenîzê hene

Herî zêde jî derbarê Parlamentera HEDEPê ya Mêrdînê Salîhe Aydenîzê de fezleke hatine amadekirin.

Derbarê Aydenîzê de 97 fezleke hatine amadekirin.

Piraniya fezlekeyên parlamenterên HEDEPê bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” û “propagandeya terorê” hatine amadekirin.

326 fezleke bi hinceta “propagandeya terorê” hatine amadekirin.

Eger Komîsyona Têkel a Destûrê ya Dadê ya Parlamentoyê fezlekeyên parlamenteran qebûl bike û ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re bişîne dê ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran deng bê dayîn.

Eger biryar bê dayîn ku parêzbendiya parlamenterekî bê rakirin piştî wê dê pêvajoya darizandinê dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst