Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 57 parêzgar hatin guhertin

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Parêzgar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “Biryarnameya Parêzgaran” parêzgarên 57 parêzgehan hatin guhertin.

Biryara guhertina 57 parêzgaran îro di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat belavkirin.

Bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan parêzgarê 57 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin guhertin.

Li 18 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî parêzgarên nû hatin erkdarkirin.

Di heman demê de li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Sêrt û Îdirê, parêzgarên ku wek qeyûm li cihên serokşaredarên HDPyê hatibûn danîn jî hatin guhertin û dê yên nû cihên wan bigirin. 

Li 18 parêzgehên Bakurê Kurdistanê navên parêzgarên nû:

Agirî: Mustafa Koç

Erdexan: Hayrettîn Çîçek

Çewlîg: Ahmet Hamdî Usta

Bedlîs: Erol Karaomeroglu

Erzingan: Hamza Aydogdu

Erzerom: Mustafa Çîftçî

Colemêrg: Alî Çelîk

Îdir: Ercan Turan

Mereş: Mukerrem Unluer

Qers: Ziya Polat

Kilîs: Tahîr Şahin

Meletî: Ersîn Yazici

Mêrdîn: Tuncay Akkoyun

Mûş: Avnî Çakir

Sêrt: Kemal Kizilkaya

Riha: Hasan Şildak

Şirnex: Cevdet Atay

Dêrsim: Bulent Tekbiyikoglu

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst