Bajar bi bajar hejmara parlamenteran bizane

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîsteyên namzedên 26 partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinên xûla 28an a  Parlamentoya Tirkiyê ku dê di 14'ê Gulanê de pêk were, pêşkêşî YSK'ê hat kirin. Ji bo her kesê ku hilbijartinan dişopîne, mijara balkêş ev e ku her bajarek dê çend parlamenteran derxe.

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê Ahmet Yener duh 9ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, bo hilbijartinên 28mîn xûla Parlamentoya Tirkiyê ku dê di 14 Gulanê de bên lidarxistin, 26 partiyên siyasî lîsteyên xwe radestî wan kirine.

Yener diyar kir, lîsteyên 26 partiyên siyasî yên radestî wan hatine kirin dê heta 11ê Nîsanê bên lêkolînkirin, eger di lîsteyan de kêmaniyek hebe dê ji partiyan re were ragihandin.

Ji hilbijartinên Serokkomarî û parlementeriyê yên Tirkiyê re 33 roj mane.

Navên bajaran û hejmara kursiyên parlamenterên wan bi vî awayî ne:

Stenbol 98, Enqere 36, Îzmîr 28, Bursa 20, Artvîn 2, Aydîn 8, Balikesîr 9, Bîlecîk 2, Çewlîg 3, Bedlîs 3, Bolu 3, Burdur 3, Antalya 17, Agirî 4, Amasya 3, Edene 15, Semsûr 5, Afyonkarahisar 6, Konya 15, Qers 3, Kastamonu 3, Kayserî 10, Kirklarelî 3, Kirşehîr 2, Dîlok 14, Edîrne 4, Xarpêt 5, Erzîngan 2, Erzerom 6, Eskîşehîr 6, Riha 14, Tokat 5, Trabzon 6, Uşak 3, Mêrsîn 13, Hatay 11, Îsparta 4, Amed 12, Çanakkale 4, Çankirî 2, Çorum 4, Denîzlî 7, Manîsa 10, Kûtahya 5, Meletî 6, Mereş 8, Mêrdîn 6, Mugla 7, Mûş 3, Samsun 9, Sêrt 3, Sînop 2, Sêwas 5, Tekîrdag 8, Wan 8, Yozgat 4, Zonguldak 5, Aksaray 4, Êlih (Batman) 5, Karaman 3, Kirikkale 3, Şirnex 4, Bartîn 2, Erdexan 2, Gîresun 4, Gûmûşhane 2, Colemêrg 3, Nevşehîr 3, Nigde 3, Ordu 6, Rîze 3, Îdir 2, Yalova 3, Karabûk 3, Kîlîs 2, Osmaniye 4, Dûzce 3, Dêrsim 1 û Bayburt 1.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst