MÛŞ - Bihar hat: Ajeldar ji xerciyên êm û kayê xilas bûn

26-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mûş Bihar Ajeldarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bihar hatiye, berfa li deşt û zozanan heliyaye û mêrg û çêrgeh şîn bûne.

Li Mûşê ajeldarên ku 5 mehan ajelên xwe di tewl, gom û axuran de bi xwedî dikin bi hatina biharê kêfxweş in.

Li herêmê ji deşt û zozanan dengê mih û berxan bilind dibe.

Serokê Yekîtiya Pezên Dermale ya Mûşê Nîmet Salkim got:

“Em salane ji ajelên xwe 550 hezar berxî bi dest dixin. Sûdeke me ya zêde ji bo aboriya bajêr heye. Ajeldarên me îsal ji vê sektorê pereyan qezenc dikin.

Li pêş me deşteke mezin heye. Tevî şert û mercên zehmet ên zivistanê jî sektora ajeldariyê li bajarê me gelekî baş e.”

Ajeldar êdî ajelên xwe li deşt, mêrg û zozanan diçêrînin û ji xerciyên êm û kayê xilas bûne.

Ajeldar Ahmet Yildirim anî ziman:

“Bi helîna berfê re mih derketin mêrgê. Xerciyên me gelekî kêm bûn.

Me pezê xwe derxist çêrgehê û em kêfxweş in. Em heta payîzê pezê xwe diçerînin.”

Li Mûşê ajeldarî sektoreke sereke ya debara welatiyan e.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan li parêzgeha Mûşê milyonek û 51 hezar û 461 pez û 235 hezar û 507 jî dewar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst