Hilbijartin, aborî û sozên çareseriyê yên aliyên siyasî

08-05-2023
Ferdî Sak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Tirkiye Hilbijartin Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 14ê Gulanê xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bo dayîna yek ji biryarên xwe yên herî girîng û çarenivîssaz diçin ser sindoqên dengdanê. Çendîn pirsên sereke hene ku 85.3 milyon welatiyên Tirkiyê piştî hilbijartinan di dema 5 salan de ji hikûmeta bê li benda çareseriyê ne. Lê vê carê li meydanan şerê herî zêde yê opozîsyon û desthilatê li ser rewşa aborî ye.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dibêje "Êdî pêdivî bi guherînekê heye. Ev 22 sal in êdî bes e. Welat anîne çi rewşê. Em ketine rewşeke wiha ku nikarin pîvazan bikirin. Li medbexan agir heye."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got "Em dibînin ku hinek ji ber nirxê hinek berhemên ku dem dem zêde dibin û piştre dadikevin hewl didin, tabloyeke reş çê bikin."

Saziya Amaran a Tirkiyê, 3ê Gulana 2023an ragihand enfilasyona salane li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihiştiye ji sedî 43.68, lê grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku saziyek serbixwe ye dibêje heman rêje %105.19 e.  Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Tirkiyê dibêje sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî ku li Enqerê dijî di Nîsana îsal de gihiştiye 10 hezar û 135 lîreyên Tirkî ku dike derdora 524 dolarên Amerîkî.

Sînorê hejariyê yê heman malbatê jî 33 hezar û 14 lîreyên Tirkî ye ku ew jî dike hezar û 700 dolarên Amerîkî. Di demekê de mûçeyê kêmane tenê 8 hezar û 500 lîreyên Tirkî wate derdora 440 dolar e ku derdora ji sedî 40ê tevahiya kesên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dixebitin bi wî mûçeyî kar dikin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ragihand "Divê hemû gelê me bizane ku kedxwarî, sîstema koletiyê, hejarî, birçîbûn û belengazî bi ti awayî ne çarenivîsa vî welatî ye. Temenê zivistanê heta biharê ye. Temenê wê zivistana reş ku AKP û MHPê welat rûbirû hiştiye jî heta bihara Çep a Kesk a di sindoqan de ye. "

Li bazaran barê li ser milê xelkê zêde dibe û pereyên di berîka wan de li hember enflasyona zêde roj bi roj dihele. Welatî ji bihabûna nirxan bêzar in.

Welatiyeke jin li Enqerê nêrînên xwe bi vî rengî tîne ziman "Pîvaz gelekî biha ne. Bê pîvaz xwarin nayê çêkirin. Ez çi bêjim bi 25 lîreyan e. Bi neçarî min kirî. Min ji tiştên din qût kir û pîvaz kirî. Em tiştekî din naxwin. Em goşt, şîr û penîr nikarin bixwin."

Bihabûnan gelek welatî jî bê ban û sîwan hiştine. Bi awayekî di salek dawî de nirxê xaniyan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêdeyî ji sedî 150 bilind bûye û nirxê xaniyekî 100 metrekare bi awayek navendî  gihiştiye 1.8 milyon lîreyên tirkî ku dike derdora 93 hezar dolarên Amerîkî. Kirîna xaniyan bo çîna navîn û hejar êdî bûye xeyalek. Rewş gihaye wê astê ku xelk niha nikarin heqê kirê jî bidin.

Welatiyê ku li Stenbolê dijî û kirêcî ye dibêje "Ev 10 sal in ez zewicî me û nikarim ji xwe re xanî bistînim. Niha jî kirêcî me û 2 hezar û 500 lîre kirê didim. 5 lawikên min hene. Em nikarin, xwediyê xanî hat û got ez dê kirê bikim 6 milyar. Ev dû sal berê bûya min dikarî bistînim. Min denyn bikira çawa ba min dê bistanda, lê niha çiqas deyn bikim jî nikarim bistînim."

Li gor amarên fermî rêjeya bêkariyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di Nîsana îsal de ji sedî 10e û hejmara bêkaran 3 milyon û 514 hezar kes in. Lê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger dibêje rêjeya bêkariya berfireh a bêyî bandorên demsalî, heman mehê ji sedî 23.4 e û hejmara bêkaran jî gihiştiye 8 milyon û 941 hezar kesan. Di salek dawî de jî 947 hezar kes li çîna bêkaran zêde bûne.

Serokê Konfederasyona Sendîkaya Mafên Karkeran (HAK ÎŞ) Mahmut Arslan got "Em dixwazin rûbirûbûneke bi bandor ligel karkirina derveyî tomaran û bêkariyê bê kirin. Em dixwazin beşa ku em ji mezinbûna aborî û zêdebûna xweşguzeraniyê werdigirin bê zêdekirin."

Daketinê nirxê lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî û necîgiriya wî yek ji sedemên sereke yên têkçûna rewşa aboriya Tirkiyê ye. Bi awayekî li gor nirxên Banka Navendî ya Tirkiyê di dema amadekirina vê raporê de yek dolarê Amerîkî bi derdora 19 lîre 40 quraşan de ye. Lê li bazaran 1 dolar zêdeyî 20 lîreyan e. Piştî hilbijartinê behsa senaryoya gihiştina 1 dolarê Amerîkî bi 25 lîreyên tirkî jî tê kirin. Di demekê de dema AK Partî di sala 2002an de hat ser desthilatê yek dolarê Amerîkî bi lîreyek û 67 quruşan bû.

Opozîsyon sedema sereke ya vê rewşa lîreyê Tirkî û aboriya Tirkî bi polîtîkayên hikumetê ve girê dide.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan ragihand "Dema em dibêjin aborî têgeha herî girîng bawerî ye. Dema bawerî nebe serkeftina di aboriyê de qet ne pêkan e. Em pîvana baweriyê jî bi dayîna faîzê dikin. Eger xezîneya welatekî faîzek zêde bide, li wî welatî keşûhewaya baweriyê êdî têk çûye. Eger li wî welatî faîz kêm be em dikarin bêjin ku keşûhewaya baweriyê çêbûye. Dema em sala borî lêdinêrin xezîneya komara Tirkiyê 311 milyar lîre faîz dane. Reqema ku bo budçeya îsal tê plankirin jî 565 milyar e. Dema hûn 200 milyar ferqa dirav jî lê zêde bikin, hikûmeta niha hema bêje plan dike 765 milyar lîre faîzê bide. Ev pere têra wê yekê dike ku 1 milyon yekeyên niştecihbûnê bên avakirin û bê beramber bo welatiyan bên dayîn."

Her yek ji opozîsyon û desthilatê,  ji bo ku bo dema 5 salan Tirkiyê birêvêbinin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriya welat sozên cuda didin welatiyan.

Rûbirûbûna enflasyonê û başkirina rewşa aborî û debara welatiyan sozên sereke yên Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan in eger vê carê jî welatî kilîla koşka Serokkomariyê bixin destê wî.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand "Em dê soza xwe ya nehiştina karmendên me yên hikûmî di bin barê enflasyonê de careke din bînin cih. Me heta niha çi gotiye, me qet karmendên xwe yên hikûmî û karkerên xwe di bin barê enflasyonê de nehiştine û em nahêlin jî."

Derxistana petrola Şirnexê, gaza xwezayî ya Deryaya Reş û avakirina santrala berhemanîna enerjiya etomî girîngtirîn karên rêveberiya Recep Tayîp Erdogan in ku berî hilbijartinan bo raya giştî li meydanan propgandaya wan dike.

Ji bilî wan eger careke din bê hilbijartin çend sozên din ên Serokkomarê Tirkiyê bo welatiyan hene:

Ji wan di navbera salên 2024 û 2028an de bi rêjeya ji sedî 5.5 mezinkirina aboriya Tirkiyê. Di sala 2028an de gihandina dahata niştîmanî ya Tirkiyê bo 1.5 trilyon dolar û gihandina dahata niştîmanî ya takekesî ya her welatiyekî jî bo 16 hezar dolar. Erdogan soza wê yekê jî dide ku ew dê di nav 5 salan de 6 milyon derfetên nû yên kar bo welatiyan dabîn bike. Armanca AK Partiyê ew e di 5 salan de jî bazirganiya derve ya Tirkiyê ku 620 milyar dolar e bigihîne zêdeyî 1 trilyon dolar.

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Nurettîn Nebatî destnîşan kir "Di sedsala Tirkiyê de, armanca me ew e em welatê xwe di warê siyasî, aborî, teknolojî, leşkerî, dîplomatîk û di her warî de bixin nav 10 welatên mezin ên cîhanê."

Şeş partiyên opozîsyonê jî xwe bo hilbijartinên 14ê Gulanê di bin banê Hevpeymaniya Millet dane hev ji bo têkbirina desthilata AK Partiyê. Karta sereke ya di destê wan de jî aboriya welat e ku dijî rêveberiya Erdogan bikar tînin. Berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê serokkomariyê  û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, wezîrê berê yê aborî yê   hikûmeta Ak Partiyê û Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan daye kêleka xwe û jê bi hêvî ye...

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got "Birêz Alî Babacan bi salan di rêveberiya aborî de cih girtiye. Di aborî de polîtîkayeke aqilane hilbijartiye û di pîşeya xwe de serkeftî ye. Miroveke ku cîhan baweriya xwe bi wî tîne. Em dê wek Hevpeymaniya Millet bi hev re wiha bikin saziyên aborî yên dewletê li ser asta cîhanê cihê baweriyê bin."

Hevpeyamniya Millet  eger piştî 14ê Gulanê bê ser desthilatê di peymana xwe ya lihevkirinê de 250 sozên di warên aborî de dide welatiyan. Yên sereke vegerandina nirxê lîreyê Tirkî  li hember dolar û diravên biyanî, di nav 5 salan de dabînkirina 5 milyon derfetên kar, zêdekirina rêjeya mezinbûna aboriya Tirkiyê bo zêdeyî ji sedî 5 pêk tên. Di nav dû salan de daxistina rêjeya enflasyonê bo yek reqem yek jî sozên din ên girîng e ku 6 partiyên opozîsyonê di serdema hikûmeta xwe de didin welatiyan.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener anî ziman "Eger em nedizin û nehêlin bê dizîn, em dê bi hev re di nav derfetên vî welatî de bi xweşguzeraniyeke di asta yekem de bikarin Tirkiyeyeke aram, dewlemend û bextewer ava bikin."

Pisporên aborî jî dibêjin çi opozîsyon, çi jî desthilat piştî 14ê Gulanê bên ser desthilatê tabloyeke giran a aborî li pêşiya wan e ku sererastkrina wê ne hewqasî asan e. Tabloyek ku herî zêde vê carê textê desthilata AK Partiyê hejandiye ku zêdeyî 21 sal in Tirkiyê birêve dibe. Di demekê de AK Partî bixwe jî piştî yek ji krîzên herî mezin ên aborî ya sala 2001ê di sala 2002an de derfeta desthilatê bidest xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst