Ji ber bihabûnê xelk li şûna kîloyan êdî bi graman tiştan dikire

09-04-2024
Omer Sonmez
Nîşan Cejna Remezanê Stenbol Bihabûn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li nav sûk û bazarên Stenbolê kelecana amadekariyên Cejna Remezanê heye lê bele ji ber bihayên zêde xelk nikare bi dilê xwe hewcedariyên cejnê bikire.

Ji ber bihayên zêde him welatî him jî xelk bi gilî û gazinc in.

Bihayê berhemên cejnê yên wek şekir, loqim, çîqolete, çerez û şîrînayî li gorî cejna sala borî ji sedî sed zêdetir giran bûye.

Li bazarê bihayê kîloyeke şekir ji 200 lîreyî, bihayê loqim ji 140 lîreyî, kiloya xurme û çerezan ji 250 lîreyî, kîloya peqlewayê jî 750 lîreyî dest pê dike.

Ji ber krîza aborî û enflasyona bilind li bazaran hin berhem ji nîv kilo û graman zêdetir êdî bi heban jî tê firotin.

“Xelk niha êdî bi graman tiştan distîne”

Esnaf Murat Ozer got:

“Îsal berhemên me gelek biha ne. Xelk nikare bistîne. Par xelkê bi kîloyan distand niha êdî bi graman distîne.”

Welatî Tuna Tama jî got:

“Mixabin bazar pir biha ye. Dema em bi salên çûyî re bidin ber hev her tişt pir biha bûye.

Kêm be jî em mecbûr in tiştan bistînin. Erê em distînin lê bi giştî ji pir tiştan kêm dikin.”

Li bazara dîrokî ya Emînonuyê û Sûka Misirê ya Stenbolê, him welatî him jî xelk bi gilî û gazinc in.

Hêvîya esnafan maye li ser hatina turîstan, bi taybetî jî turîstên ji welatên Ereban.

“Ka ez pê çi bistînim çi nestînim!”

Welatî Guler Sabîhayê jî da zanîn ku wê nikariye ti tiştî bistîne û got:

“Çimkî pere tune ku ez bistînim. Min got belkî penîr û tiştên din bistînim lê perê min têrê nekir.

Mûçeya me 8 hezar lîre ye, ka ez pê çi bistînim çi nestînim!”

“Rewşa aborî pir xerab e”

Welatî Kemal Biyikçi jî got, “Ka em bi kîjan pereyi tiştan bistînin?

Mûçeya me malnişînan 10 hezar lîre ye, pê çi tê standin? Yanî hêza me ya kirînê nîne. Rewşa aboriyê pir xerab e.”

Remziye Çelîkê jî wiha got:

“Biha be jî em mecbûr dikirin. Li gorî sala borî îsal her tişt biha ye. Xweda bibe alîkarê me.”

Ji ber krîza aborî û enflasyona bilind li bazaran hin berhem ji nîv kilo û graman zêdetir êdî bi heban jî tên firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst