Ayşegul Dogan: Şertên di peyama Birêz Ocalan de nayên bicihanîn

07-11-2024
Nîşan DEM Partî Ayşegul Dogan Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê got, “Bangî Ocalan tê kirin lê tecrîd didome. Hûn tecrîdê ranakin. Şertên di peyama Birêz Ocalan de nayên bicihanîn.”

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê li ser mijarên li rojevê axivî.

Ayşegul Doganê bi bîr anî ku desthilatê ji 2016an ve qet dev ji polîtîkaya qeyûman bernedaye.

“Peyama we ev e: Hûn nikarin hilbijêrin”

Ayşegulê diyar kir ku bi rêya qeyûman ji Kurdan re tê gotin, “Hûn nikarin hilbijêrin” û li pey çû:

“Ji Esenyurtê heta bi Xelfetiyê ev tê gotin: ‘Hûn nikarin hilbijêrin, li kû derê dibe bila bibe hûn nikarin hilbijêrin û hûn nikarin werin hilbijartin, hûn bibin parlamenter em dê we bigirin, we bixin hepsê, em dê parlamenteriya we betal bikin, eger hûn bibin serokên şaredariyan em dê memûran tayînî cihê we bikin, em endamên we yên meclisan nas nakin, em dê meclisên we yên şaredariyan fesix bikin, li wê derê kîjan partî temsîliyetê bike jî ji bo ku we ew der standiye em nahêlin hûn birêvebiriyê bikin.’”

Divê were gotin ku xelkê Bakurê Kurdistanê li gelek bajaran radibe ser xwe û qeyûman şermezar dike.

Lê polîs li gelek deveran êrişî xelkê dikin û xelkê bi şkence û lêdanê desteser dikin.

Bi taybetî jî li Êliha Bakurê Kurdistanê gelek kes rastî şkenceya polîsan hatibûn û li ser torên civakî gelek dîmenên şkence û lêdanê belav bûbûn.

“Hem xesp, jem şkence”

Berdevka DEM Partiyê ev şkence bi bîr anîn û xwe lê berda:

“Hem hûn dê xesp bikin û hem jî şkenceyê li wan mirovan bikin ku mafê xwe yê berxwedanê yê demokratîk bi kar tînin.

Hûn dê wan kesan berdin kolanan ku bi rûpoş in, kum li serê wan in, jixweremere şkenceyê li mirovan dikin û kes nizane bê ma kî ne û paşê jî bê deng bimînin.

Bi rojan e em dipirsin: Sedeme vê şideta li kolanan çi ye?”

Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin û li şûna wî qeyûm hat danîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku di destê DEM Partiyê de bûn.

Ayşegulê amaje bi Kurdbûna Ahmet Ozer kir û got, “Kurd bi vê hestê dihisin: Kurd nikarin hilbijêrin.”

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî gotibû bila Abdullah Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive û bibêje ku wî PKK tesfiye kiriye.

“Şertên di peyama Birêz Ocalan de nayên bicihanîn”

Ayşegul Doganê ev gotinên Bahçelî bi bîr anîn û li pey çû:

“Helbet em hinek beşên wê axaftinê girîng dibînin. Mixetabbûma Ocalan û tesbîta tecrîdê girîng in.

Me helwesta DEM Partiyê eşkere kir lê dîsa jî wekî ku di helwesta DEM Partiyê de şêlûbûnek heye nîşan didin. Ev berovajîkirin e.

DEM Partî vê dibêje: Bangî Ocalan tê kirin lê tecrîd didome. Hûn tecrîdê ranakin. Şertên di peyama Birêz Ocalan de nayên bicihanîn.”

Bangî Erdogan kir: Ma ev Kurd ne birayên te ne?

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gelek caran di axaftinên xwe de têgeha “birayên min ên Kurd” bi kar tînê.

Ayşegulê bi van gotinan bangî Erdogan kir û jê pirsî:

“Ma Kurdên ku li Esenyurt, Êlih, Mêrdîn û Xelfefiyê dengê didin û tercîha xwe dikin ne birayên te ne?

Ma qada te van mirovan li xwe nagire? Qey tu nafikirî ku serokkomarê van mirovan jî bî?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst