Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi hevtayê xwe re civiya.
Rojavayê Kurdistanê û HSDyê çend ji mijarên di ajandaya Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock de ne.
Ji şêwazê pêşwazîkirinê diyar e ku nerînên Berlîn û Enqereyê yên li ser wê mijarê cuda ne.
Piştî civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin berovajî carên berê daxuyaniyeke hevbeş a çapmeniyê nehat sazkirin.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bi tenê li balyozxaneya welatê xwe ji medyayê re axivî.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê got:
“Ewlehî bi taybetî ji bo Kurdan û ji bo siberojeke azad û aram a Sûriyeyê girîng e.
Her wiha cihê kêfxweşiyê bû ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê wiha difikire.
Ev jî sedemeke din e ku min îro bi zelalî ragihand, nabe ku em berjewendiyên hevbeş ji ber aloziyên li gel Kurdan li Sûriyeyê bixin metirsiyê.”
“Hevpeymanên me rêzê bigirin”
Hakan Fîdan li ser civîna bi hevtaya xwe ya Alman re ti daxuyaniyek neda çapemeniyê.
Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Hakan Fîdan di civînê de ji Baerbockê re gotiye:
“Divê mafê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê werin parastin lê nêrîna ku dibêje PKK/YPG nûnertiya Kurdên Sûriyeyê dike şaş e.
Em bi ti awayî rê nadin PKK/YPG û DAIŞ ji rewşa Sûriyeyê sûdê bibînin û merc e ku PKK/YPG çekan dayîne û xwe hilweşîne.
Yekîtiya axa Sûriyeyê û serweriya wê, PKK/YPG jî di nav de bi paqijkirina hemû rêxistinên terorê tê parastin.
Em li bendê ne hemû hevpeymanên me rêzê li nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bigirin.”
Civîna Wezîrên Karên Derve yên Almanya û Tirkiyeyê di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyeyê roja înê di vegera ji Misirê de sînyala operasyonê da û anî ziman:
“Em dê nîşan bidin ku dema wê yekê hatiye rêxistinên terorî yên li Sûriyeyê werin jinavbirin.”
Li gorî beşek ji dîmenên hatine belavkirin jî artêşa Tirkiyeyê şeva borî li navçeya Sirûcê ya Rihayê hejmareke zêde ya tank û top û hêzên xwe veguhastine ser sînorê Kobaniyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse