Li Amedê di nava du rojan de 25 hektar zevî û daristan şewitîn

19-07-2023
Abdulselam Akinci
Li Amedê di nava du rojan de 25 hektar zevî û daristan şewitîn
Li Amedê di nava du rojan de 25 hektar zevî û daristan şewitîn
Nîşan Amed Lice Şewata Daristanan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya bi ser Amedê ve li daristanan darên berû û mazî ji ber sedemek ne diyar şewat derket. Şewata ku di 17ê vê mehê de derketibû di roja duyem de hat kontrolkirin lê di du rojan de zêdetirî 250 donim daristan şewitî.

Li gorî pisporan şewat ji pûş palaşê hişk yê nav daristanê derketîye û bi bayê re belav bûye. Qaymeqamtiya Licê ragihand ku tu zirar û ziyanek canî nîn e û tevî ku agir hatiye temirandin jî tîmên agirkujîyê li nav daristanê dîfçûn dikin ji bo ku bi bayê re agir carek din hêl nebe.

Şewata ku ji sedemek ne dîyar di 17ê vê mehê de derketibû di roja duyem de bi hewla 250 tîmên agirkujîyê yê Amed û çendîn navçeyên Amedê hat kontrolkirin.

Rêvebirê Daristanên Amedê Davut Ayzît got “Bi giranî daristanên me darên berû ne. Sedema mezin gîhayên hişk in, nexwe dara berû zû bi zû naşewite û pirsgirêkek mezin tine bû. Lê ji ber bayê şewat berbelav bû.”

Li gorî zanyarîyên rêvebiriya Licê du şêniyên navçê ku di destpêka şewatê de li daristanê asê mabû bi silametî hatine rizgarkirin û çend malen gundê nêzîkî daristanê di bin metirsiyê de bûn hatine valakirin û cîhê kêfxweşîyê ye ku zirar û zîyanek canî pêk nehatîye.

Endamê tîma agirkujiyê Mehmet Guler dibêje “Xeter bû helbet. Bi hatina tîmên Amedê jî me bi zorê şewatê kontrolkir.”

Endamê tîma agirkujiyê Nîzamedîn Yildiz diyar kir “Ji duh êvarê vir ve em tê de ne ditemirînin. Me aniha hilda bin kontrole. înşellah em dê sarkirina daristina jî biqedînin êdî xilas dibe.”

Endamekî din ê tîma agikujiyî tîne ziman “Spas ji Xwedê re êdî tirsa me nemaye lê bele em dê dîsa jî li ser egeran liv ir bimînin.”

Li gorî zanyariyên Qeymeqamtiya Licê di encama şewatê de zêdetirî 250 donim daristana darên berû û mazî ji ber şewatê ji nav çûye. Niha tevî ku şewat hatiye kontrolkirin jî li ser egera ku ba derkeve û çirûskên veşartî dîsa bibe sedema berbelavbûna agir, tîmên agirkujîyê di amedebeşiyê de ne û li nav daristanê difçûnê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst