Xelkê Antakyayê ji sozên hikûmetê yên jinûve avakirinê bi guman in

07-04-2023
RÛDAW
Xelkê Antakyayê ji sozên hikûmetê yên jinûve avakirinê bi guman in
Xelkê Antakyayê ji sozên hikûmetê yên jinûve avakirinê bi guman in
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê soz daye ku di nava salekê de piraniya wan xanî û avahiyên ku di erdheja 6ê Sibatê de hilweşiyane, jinûve ava bike. Lê li Antakyayê xelk ji van sozên hikûmetê bi guman in.

Antakya yek ji wan bajaran e ku di erdhejên 6ê Sibatê de wêran bûye. 3 hezar û 79 avahiyên wê navçeyê bi temamî hilweşiyane.

Emîna bi hêviya ku çend kelûpel û bîranên  xwe derxe hatiye ser kavilê  xaniyê xwe yê li navçeya Antakya ya Hatayê, lê destvala vegeriya.

Welatî Emîna Burç got, “Ez hatime cara dawî li xaniyê xwe binêrim ku min bi keda xwe avakiribû. Ya rast ez bi hêviyekê hatim. Min got dibe ku ez bîranînekê ji bin kavilan derxim daku veşêrim, lê hêviyên min li ber avê çûn. Makîneya kar ketibû hindirê wê. Ev tiştên gelek biêş in.”

Ji bilî zererên canî erdhejên 6ê Sibatê li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê wêrankariyên herî mezin li Antakyayê hîştine. Bi awayekî 3 hezar û 79 avahiyên li navçeyê bi temamî hilweşiyane. Hikûmeta Tirkiyê soz daye ku di nava salekê piraniya ew xanî û avahiyên hilweşiyane jinûve avabike lê xelkê vê navçeyê ji vê soza hikûmetê bi guman in.

Welatî Ali Çimen anî ziman, “Kesûkarên min, kesên li derdora min û hemû hevalên min di bin kavilan de mirin. Hemû kes. Piştî 3 rojan xwebexşan em rizgarkirin. Dewletê em rizgarnekirin û em rûbirûyî mirinê hiştin. Ez bawer nakim ku jinûveavkirin li ser vê axê di salekê de temam bibe. Eger li cihek din bibe ez nizanim. Lê  di nav van şert û mercan de di salekê tenê ev der dikare ji kavilan bê paqijkirin.”

Li navçeyê karûxebatên rakirina kavilan û hilweşandina avahiyan berdewam in. Bi piranî ew avahî  jî tên hilweşandin ku biryara bilez hilweşandina wan hatiye dayîn lê li beşeke zêde ya avahiyên din ên ku zerer dîtine hîn ti karekî hilweşandinê destpê nekiriye û wek xwe ne.

Berpirsê Projeya Avahîsaziyê Murat Sirma got, “Ew avahiyên ku metrisiyê çêdikin, an divê bilez bên hilweşandinê, parêzgariyê dane îhaleyê. Em niha kar li ser wan dikin. Piştî ku ew xilas bûn ew avahiyên ku hûn li pişt min dibînin em dê derbasî wan bibin ku hemûyan zerer dîtine û divê bilez bên hilweşandin.”

Li gor amaran li 11 parêzgehan 227 hezar avahî an hilweşiyane, an zererek zêde dîtine an jî divê bilez bên hilweşandin. Hikumeta  Tirkiyê dibêje  ew dê 319 hezar ji wan di nava  salekê de bi giştî 650 hezar yekeyên niştecihbûnê û xaniyan li herêmên erdhejê ava bike bike.  Biryar e ji sedî 60ê pereyê wan xanî û avahiyan  ji aliyê dewletê ve û ji sedî 40  jî ji aliyê welatiyan bê dayîn. Lê opozîsyon ji vê yekê nerazî ye û dibêje eger ew bûn desthilat dê xaniyên li navçeyên erdhejê tên avakirin bê beramber bo welatiyan bên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst