Erdogan: Gavên ewlehiyê yên Ewropayê divê bi Tirkiyeyê re werin plankirin

07-03-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Recep Tayyîp Erdogan li ser pêşhatên dawî yên li Ewropayê got, “Gavên ewlehiyê yên Ewropayê divê bi Tirkiyeyê re werin plankirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan amaje bi zindîkirina nîqaşa endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê da û diyar kir ku plankirina gavên ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropayê divê bi Tirkiyeyê re were kirin ku ew difikirin ev tişt di berjewendiya hemû aliyan de ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Koşka Vahdettîn bi rêya vîdeokonferansê beşdarî Civîna Online a Serokên Welatên Hemraman bû.

Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe de bal kişand ser ewlehiya Yekîtiya Ewropayê û da zanîn ku ewlehiya Ewropayê tenê ne karê wan welatên endam e û divê gavên ewlehiyê bi Tirkiyeyê re werin plankirin.

Erdogan bi mijarê ve girêdayî derbarê endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir ku di parastin û ewlehiya Ewropayê de rola Tirkiyeyê girîng e û ew hêvîdar in ku nîqaşa endamtiyê were zindîkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Pîşesaziya me ya parastinê ji bo alîkariya qada parastinê bike amade ye û divê bernameya parastina Ewropayê ji bo hemû hevpeymanan vekirî be.

Wekî Tirkiyeyê em girîng dibînin ku beşdariyê li mekanîzmayên aştiya Ewropayê bikin.

Li gorî me ti sedem nînin ku Tirkiye di bernameyên avakirinê û dabînkirina berhemên parastina Yekîtiya Ewropayê de li derve were hiştin.”

Erdogan li ser şerê Ukrayna û Rûsyayê jî destnîşan kir ku mazûvaniya gotûbêjan jî di nav de ew amade ne ji bo aştiyê alîkar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst