Sirri Sakik li ser gotinên Bahçelî: Em dê bipêşketinên girîngtir bibînin!

Duh li 05:22
RÛDAW
Nîşan Sirri Sakik Devlet Bahçelî Abdullah Ocalan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sirri Sakik li ser gotinên Bahçelî yên derbarê Ocalan de got, "Em dê di rojên pêş de bipêşketinên girîngtir bibînin."

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Li aliyê din, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ser gotinên Bahçelî yên derbarê Ocalan de gotibû, "Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhurê ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî."

"Ez qet matmayî nemam"

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik derbarê gotinên Bahçelî yên ji bo Ocalan daxuyanî da û got:

"Gotineke Elewiyan heye, başî baş e. Li van axan axaftin baş e.

Divê binê gotinên Bahçelî bên tijîkirin û bê nîşandan ku ji red û înkarê hatine qonaxa muzakereyan.

Em li van axan bi axaftinan dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Ez ji gotinên Bahçelî yên derbarê Ocalan de qet matmayî nemam.

Ez îhtimala mezin dibînim ku di rojên pêş de dê bipêşketinên girîngtir çêbibin.

Em dê bibînin, binêrin, bisekinin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst