Blinken piştî hevdîtina bi Hakan Fîdan re daxuyanî da

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Antony Blinken Hakan Fîdan Xeze Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Antony Blinken piştî hevdîtina bi Hakan Fîdan re daxuyaniyek da.

Blinken got “Pevçûn berdewam in. Em fikarên li vê derê dizanin.

Em li Xezeyê berdêla bixof dibînin. Em berdêla sivîlên bêguneh dibînin.

Em bi Îsraîlê re di nav pêwendiyan de ne. Em li ser gavên ku dikarin qurbaniyên sivîl kêm bikin axivîn.

Ji bo alîkariyên mezin bigihêje Xezeyê hûnê bibînin ku dê di rojên pêş de gavên girîng bên avêtin. “

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken wiha berdewam kir:

“Ev jî serkeftinek e ku pevçûn li herêmê belav nebûye. Ji bo şert û mercên adil û aştiyane biafirînin me bi welatên herêmê re hevdîtinên girîng pêk anîn.

Em ji bo rêyek çêtir dixebitin. Alternatîfa pêşengiya Amerîkayê tine. Welat li me dinêrin, em di nav hevakriyê de ne.

Em her roj li ser hûrgiliyan dixebitin. Em di warê alîkariyên mirovî de gelekî hewl didin.

Xaleke din a krîtîk jî mijara dîlan e. Em bi hûrî li ser vê yekê disekinin.

Di warê dîlan de navbeynkariya mirovahî de jî em dikarin fêde bidin. Ne tenê ji bo Xezeyê ji bo Şeriaya Rojava jî.

Li ser tundiya zêde jî daxuyaniyên me zelal bûn. Îsraîliyan sozan dan, em dê ji nêz ve bişopînin.”

Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken berî ku here Tirkiyeyê, di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de, ewil çû serdana Tel Avîva paytexta Îsraîlê.

Blinken paşê li Emana paytexta Urdinê bi wezîrên karên derve yên Urdin, Misir, Erebistana Siûdî, Qeter û Îmarat re li ser êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê civiya.

Herwiha Blinken paşê li Şerîeya Rojava bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re jî hevdîtin kiribû.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken berî ku biçe Tirkiyeyê, li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya û wan şerê Xezeyê û pêşhatên li navçeyê nirxand.

Tê çaverêkirin ku piştî Enqereyê Blinken biçe serdana Seul, Delhiya Nû û Tokyoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst