RTUKê li ser axaftinên Başak Demîrtaş lêkolîn da destpêkirin

06-10-2021
RÛDAW
Nîşan RTUK FOX TV Başak Demîrtaş Selahattîn Demîrtaş Efsûn Kurd Tirkiye Hamza Dag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) a Tirkiyê, ji ber axaftinên hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demirtaş, derbarê Fox TVyê de lêpirsîn da destpêkirin.

Başak Demîrtaş, li ser pirtûka nû ya Selahattîn Demîrtaş a bi navê “Efsûn” bû mêvana Fox TVyê. Lê ev bername û kanal, ji ber afaxtinên Başak Demîrtaş û hem jî ji ber ku bername hemdem bû li gel salvegera bûyerên Kobaniyê, bû armanca medyayên nêzikî hikûmetê.

Başak Demirtaş di bernameyê de gotibû, “Selahattîn qet negotiye ez poşman im ji wan tiştên min kirine û eger li derve bûma wiha dibû, qet tiştekî wiha negotiye. Min jî negotiye û malbata me jî tiştekî wiha negotiye. Li Tirkiyê wiha ye. Eger Kurd bî û opozisyon bî divê qurbanî bidî.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hamza Dag jî derbarê bernameyê de li ser Twittera xwe nivîsand, “Di salvegera bûyerên 6-8ê Cotmehê de ku zarokên vî gelî hatin şehîdkirin, hevjîna biryarderê kuştinan derdixin weşanên zindî û gotina `Ew qet poşman nebûye` pê didin gotin. Ev ne tesaduf e (rasthatin). Weşaneke bi zanîn û qest e. Tu li cem kê yî FOX TV? Teror an Tirkiye?”

Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), piştî hedef nîşandana aliyên desthilatê eşkere kir ku, derbarê FOX TVyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

RTUKê ragihand: “Di bernameyeke FOX TVyê de ji ber axaftin û daxuyaniyên mêvan Başak Demirtaş, li gor qanûna hejmar 6112 lêkolîn hatiye destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst