Îlhan Samî Çomak hat berdan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îlhan Samî Çomak Girtîgeha Sîlîvriyê Azadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvanê Kurd Îlhan Samî Çomak piştî 30 sal 3 meh 6 rojan hat berdan.

Dadgehê îro biryara berdana Îlhan Samî Çomak qebûl kir.

Malbat û hezkiriyên wî li Girtîgeha Sîlîvriyê bi germî pêşwazî li Îlhan Samî Çomak kir.

Helbestvan Îlhan Samî Çomakê ku sala 1994an dema xwendekarê zanîngehê bû tevî ku delîl nehatin dîtin hatibû girtin, bi biryara dadgehê hat berdan.

Berdana Çomakê zêdetirî 30 salan e di girtîgehê de ye 21ê Tebaxa 2024an ji aliyê Komîsyona Çavdêriyê ya Îdarî ya Girtîgehê ve hatibû astengkirin.

Îlhan Samî Çomak kî ye?

Îlhan Samî Çomak sala 1973yan li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê ji dayik bûye. Çomak sala 1994an di 21 saliya xwe de, dema xwendekariya xwe ya li Zanîngehê Stenbolê ya Beşa Cografyayê bi hinceta endamê “rêxistinê” ye, tevî ku ti delîlên şênber tunebûn jî hatibû girtin.

Bi rojan şkence lê hat kirin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û cizayê dardekirinê lê hat birîn. Dema cizayê îdamê hat rakirin, cizayê Çomak veguhestin cizayê muebedê.

Piştî biryara erêkirinê ya Dadgeha Bilind, Çomak serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû û dadgehê biryar girtibû ku Çomak "bi rengekî adilane nehatiye dadgehkirin".

Çomak sala 2013an careke din hatibû dadgehkirin lê dadgehê heman ceza lê birîbû.

Ji ber ku dema desteserkirinê de di bin şkenceyê de zabitnameyên derbarê wî de hatibûn nivîsandin DMMEyê biryar girtibû ku careke din bê dadgehkirin.

Cara duyemîn dadgehkirina Çomak sala 2013an dest pê kiribû û hemû daxwazên ku di dema dadgehkirinê de biryara tehliyeyê derkeve nehatibûn qebûlkirin.

Dadgeha Destûrê jî 28ê Çiriya Pêşîn a 2015an biryara tehliyeya Çomak red kiribû. Biryara cezayê heta hetayê ya ku Dadgeha 4emîn Cezayê Giran a Stenbolê ji bo Îlhan Çomak dabû ji hêla 16emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Helbestên wî bo zimanên Almanî, Arnawidî, Fransî, Îngilîzî, Galî, Hindî, Îtalî, Makedonî, Norwecî, Rûsî û Yewnanî hatine wergerandin.

Çomak, endamê rûmetê yên PENên Awistirya, Galler, Îrlanda, Kurdistan, Norwec û Tirkiyê ye.

Bijarteyek ji helbestên wî sala 2022yan bi navê Seperated From the Sun li Brîtanyayê hat çapkirin.

Çomak li girtîgehê heta niha çend pirtûkên helbestan nivîsandine. Wî herî dawî payîza 2023yan pirtûka xwe ya yekem a helbestan a bi Kurdî "Çiyayê Girtî" ji Weşanxaneya Darayê derxist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst