Çima Başak Demîrtaş dixwaze bibe berbijêr?

27-01-2024
Ferdî Sak
Başak Demîrtaş
Başak Demîrtaş
Nîşan Başak Demîrtaş Selahattîn Demîrtaş Şaredariya Stenbolê DEM Partî Reha Ruhavioglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêriya hevjîna hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a ji bo Stenbolê rojeveke sereke ya siyaseta Tirkiyeyê ye.

Başak Demîrtaş bi fermî serlêdan nekiriye lê çend roj berê ragihand ku eger DEM Partî bixwaze ew ji bo berbijêriyê amade ye.

“Em li ser Stenbol, Mersîn û Hatayê kar dikin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, derbarê vê daxuyaniya Demîrtaş de helwesta partiya xwe eşkere kir.

Ayşegul Doganê di daxuyaniya xwe de got:

“Başak Demîrtaş heval û rêhevala me ye. Di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de li qadan, ji bo hilbijartinan kar kir û beşdarî mîtîngan bû.

Lewra eger Başak Demîrtaş rojekê bixwaze li cihekê siyasetê bike an jî bixwaze dest bi siyasetê bike, helbet ew der ev der e. Ev navnîşan e. DEM Partî ye."

Li gorî rapirsiya dawî ya Rawestê, ji sedî 69.6ê dengderên Kurd ên Stenbolê dixwazin DEM Partî li Stenbolê berbijêra/ê xwe derxîne û ji sedî 34.3ê wan jî dixwazin ew berbijêr Başak Demîrtaş be.

Ji sedî 25.5ê beşdarên rapirsiyê jî dibêjin bila berbijêrê DEM Partiyê yê Stenbolê nebe.

Ji bo pirsa rapirsiyê ya “Hûn dixwazin DEM Partî li Stenbolê berbijêrê xwe nîşan bide?” ev encam derketin:

Ji sedî 69.3yê beşdaran bersiva “Erê”, ji sedî 34.3yê wan gotin bila berbijêr “Başak Demîrtaş” be û ji sedî 25.5 jî bersiva “Na” dan.

Eger Demîrtaş bibe berbijêr dê çi bandorê li encamên hilbiartinê bike?

Rêveberê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu, bersiva pirsên Rûdawê da.

Rêveber Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu got:

“Daxuyaniya Başak Demîrtaş ne girêdayî DEM Partiyê ye. Girêdayî siyaseta Selahattîn Demîrtaş e.

Ji ber wê jî ev yek bo DEMê tiştekî suprîz bû.

Selahattîn Demîrtaş di vê derê de hemleyekê dike ku hem li Stenbolê û hem jî li Tirkiyeê bandoreke vê siyasetê hebe û Kurd dîsan li partiya xwe kom bibin. Sedemek ev e.

Sedema duyem jî egereke mezin ev biryar dê di berjewndiya Erdogan de be.

Demîrtaş dibêje dibe ku bi vê hemleya min di navbera me û hikûmetê de proseyek dest pê bike lê dîsan ne diyar e ka dê bibe yan na.”

Di hilbijartinên 2019an de berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu bi piştevaniya dengderên HDP û ÎYÎ Partiyê ji sedî 54,22ê dengan bi dest xist û bû şaredar.

Lê belê ÎYÎ Partiyê vê carê berbijêrê xwe li Stenbolê diyar kiriye û niha çav li stratejiya DEM Partiyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst