Enqere (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) di bin metirsiya danîna qeyûm de 21emîn Kongreya Giştî ya Awarte li dar xist û Ozgur Ozel dîsa wekî Serokê CHPyê hat hilbijartin.
CHPyê 21emîn Kongreya Giştî ya Awarte li dar xist û Ozgur Ozel bi hezar û 171 dengan careke din bû Serokê CHPyê.
Kongre, di bin siya girtina Ekrem Îmamoglu û metirsiya danîna qeyûm de pêk hat.
Beriya demekê egera betalkirina kongreya berê ya CHPyê û metirsiya danîna qeyûm ketibû rojevê.
Li ser vê yekê, biryar hatibû dayîn ku CHP 6ê Nîsanê kongreya awarte li dar bixe û serokê nû yê partiyê hilbijêre.
"Hewlên cuda cuda li dijî CHPyê hene"
Parlementerê berê û delegeyê CHPyê Namik Havutça diyar kir ku nêzîkî salekê ye hewlên cuda cuda li dijî Partiya Gel a Komarî hene û got:
"Dibêjin kongreya we ya berê bi şik û guman e û tohmet li ser heye.
Li dijî CHPê senaryoyên qeyûman anîne rojeve. Di rewşeke wiha de li gorî hiqûqê bi neçarî ev kongre civiya."
"Armanca me avakirina yekîtiyê ye"
Parlementerê berê û delegeyê CHPyê Alî Şeker jî bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û got:
"Di demekê de ku li welatê me gelek zext û zordarî heye; hêviya me ji kongreyê ew e ku di nav CHPyê de yekîtiyê ava bike û hemû komên opozisyona navxweyî bigehîne hevdê û hêviyekê bide Tirkiyeyê."
Ti kesî xwe nekir rikeber
Di Kongreya CHPyê de hilbijartina serokê partiyê bê rekeber hat kirin. Serokê Şaredariya Navçeya Muratpaşayê ya Antalyayê Umit Uysal berî destpêkirina kongreyê xwe ji namzediyê vekişand û Parlamenterê berê yê CHPyê Berhan Şimşek jî ji ber ku ji bo serlêdanê dereng ma nikaribû bibe namzed.
Parlementerê berê yê CHPê Atîlla Kart jî di kongreyê de bal kişand ser pêşketinên dawî û got, "Li Tirkiyeyê bi pêşengiya CHP û bi pêşengiya Ozgur Ozel; pêşiya hewla darbeya desthilatê ya 19ê Adarê hat girtin."
"Em hemû li vir in"
Endamê CHPyê Kenan Çelîk jî destnîşan kir ku civakeke pirrengî beşdarî kongreyê bûn û got:
"Îro di kongreya CHPyê de Kurd û Tirk û Ereb her kesî cihê xwe girtiye. Em hemû li dijî îftîra û derewan li vir in.
Em dibêjin ti guman li ser kongreya me nîne. Way e serokê me yê berê Kemal Kiliçdaroglu jî li vir amade ye. Em îro ji bo partiya xwe bûne yek."
Di encama kongreyê de Ozgur Ozel bi hezar û 171 dengan careke din bû serokê CHPyê û di meclisa partiyê jî de ti guherîneke girîng nehat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse