Ocalan ji parlamenter û serokên şaredariyan re peyam şand

06-03-2025
Nîşan Ocalan Peyam Serokên Şaredariyan Parlamenter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan ji parlamenter û serokên şaredariyan ên DEM Partiyê re jî peyam şandiye.

Ocalan di peyama xwe de xwestiye ku pêvajoya aştiyê ji gel re were ravekirin.

Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwestibû PKK çekan deyne û xwe fesix bike, PKKyê jî 1ê Adarê agairbest ragihandibû.

Piştî vê bangê di nav DEM Partiyê de trafîkeke xurt a civînan çêbû.

Pêşî Meclisa Partiyê û hevserokên bajaran, pişt re Lijneya Birevebirinê ya Navendî (MYK) û herî dawî jî bi hevserokên şaredariyan û parlamenteran re civîn hatin lidarxistin.

Civîna ku doh di bin serokatiya hevserokên giştî yên DEM Partiyê de pêk hat nêzîkî 7 saetan ajot.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di civînê de hevserokên giştî ji parlamenter û şaredaran xwestiye ku di axaftinên xwe de li gorî hesasiyeta pêvajoya ku tê meşandin zimanekî guncav bi kar bînin.

Hat destnîşankirin ku divê ji axaftin û tevgerên ku dikarin zererê bidin vê pêvajoyê dûr bimînin.

Li gorî nûçeya Haberturkê, di civînê de peyama Abdullah Ocalan a ji parlamenteran re jî hatiye parvekirin.

Hat zanîn ku Ocalan ji parlamenterên DEM Partiyê re gotiye, "Li ser aştiyê biaxivin, aştiyê biparêzin û bidin zanîn."

“Berî 40 salan navê Kurdan tunebû”

Di civînê de peyama Ocalan a ji bo şaredarên DEM Partiyê jî hatiye parvekirin.

Tê gotin ku Ocalan gotiye, "Berî 40 salan navê Kurdan tunebû, îro şaredariyên wan hene. Pêvajoyê bidin fêhmkirin, aştiyê ji gel re bidin zanîn."

Li hêla din, DEM Partiyê piştî peyama Ocalan xebatên xwe zêdetir kirine.

Di navbera 9-15ê Adarê de li 100 cihan dê civînên gel û civînên salonan bên lidarxistin.

Li bajar û herêman dê bi giregirên herêmê, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û rêxistinên Elewiyan re hevdîtin werin lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst