MSDyê li ser rizgarkirina Reqayê peyamek weşand

20-10-2023
Nîşan Reqa Rizgarkirin MSD Peyam HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 17ê Çiriya Pêşînê ya 2017an parêzgeha Reqayê ji destên DAIŞê rizgar kir.

Rizgarkirina Reqayê 20ê Çiriya Pêşînê ya 2017an bi awayê fermî hat ragihandin.

Li Reqayê şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de 166 rojan ajotibû.

Li gor amarên îsal ên Ofîsa Serjimariyê ya Encûmena Sivîl a Reqayê, piştî ku bajar hatiye rizgarkirin 153 hezar malbat vegeriyane Reqayê.

Ofîsê da zanîn ku 12 hezar malbatên koçber û penaberan jî li kampên li Reqayê dimînin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di şerê rizgarkirina Reqayê de ji sedî 85ê bajar wêran bûbû.

Encûmena Sivîl a Reqayê destnîşan kir ku di van 6 salên piştî rizgarkirinê de ji sedî 40-50ê jêrxane û serxaneya bajêr hatiye avakirin.

Li aliyê din, DAIŞê Hezîrana 2014an Reqaya li bakurrojhilatê Sûriyeyê wekî paytexta Xilafeta xwe ya li Şam û Îraqê ragihandibû.

HSDyê 20ê Çiriya Pêşînê ya 2017an ragihand ku wan bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî Reqa rizgar kiriye.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya savlegera rizgarkirina Reqayê peyameke nivîskî weşand.

“Keç û xortên Reqayê dikarin rêveberiyê bikin”

MSDyê di peyama xwe rizgarkirina Reqayê wekî “pêngava dîrokî” bi nav kir û got:

“Xebatên avakirinê bi hemû astên wê yek ji destkeftiyên herî girîng in. Van destkeftiyan piştî bi salan ji zulm û tarîtiyê jiyan dîsa vegerand Reqayê.

Bi rizgarkirinê re avakirina civakî û avahîsaziyê bi hev re bi rê ve çûn û hat îsbatkirin ku keç û xortên Reqayê dikarin rêveberiyê bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

“Xetereya DAIŞê didome”

MSDyê amaje pê kir xetereya DAIŞê didome û pê de çû:

“Em destnîşan dikin ku xetereya rêxistina DAIŞa teror bi rêya şaneyên wê yên veşartî û fikrên wê hîn jî berdewam dike.

Ji ber vê yekê em bang li civata navneteweyî dikin ku bi cidiyet bixebite û vê rêxistinê ji kokê de rake, bermahiyên wan ên li kampên Hol û Rojê çareser bike, herwiha çareseriyeke mayînde ji endamên wê yên di girîgehên Rêveberiya Xweser de bibîne.”

MSDyê di dawiya peyama xwe de diyar kir ku divê “modela Rêveberiya Xweser” were nirxandin û got:

“Modela Rêveberiya Xweser li dijî tundiyê ye, banga hevbeşî û wekheviyê dike. Em dibînin ku ev rêveberî ezmûna avakirinê ye û hêviyên gelê Sûriyeyê di avakirina Sûriyeyeke nû ya bêyî tundrewî û despotiyê de bi cih tîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst