Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Em êdî nikarin koçberên Sûrî werbigirin

06-01-2023
RÛDAW
Nîşan Hulusî Akar Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku niha derdora 4 milyon koçberên Sûrî li Tirkiyê hene û ew li gor şertûmercên niha yên Tirkiyê nikarin pêleke din a koçberan werbirgirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro roja Înê 6ê Çileya 2023an li bajarê Tokatê yê Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Akar amaje bi wê yekê da ku niha derdora 4 milyon koçberên Sûrî li Tirkiyê hene lê êdî ew li gor mercên Tirkiyê nikarin pêleke din a koçberan ji Sûriyê werbigirin û got, “Ev yek ne mimkun e û nayê qebûlkirin.”

Akar behsa civîna xwe ya ligel şandên Rûsya û Sûriyê li Moskowê kir û diyar kir ku wan di civînê de gotine ku ew êdî nikarin ti koçberan ji Sûriyê bikin mêhvan û  îdia kir ku armanca çalakiyên ku ew li Sûriyê  dikin jî ji bo wê yekê ne ku welatiyên Sûrî li ser axa  xwe bimînin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akara anî ziman, “Weke hûn dizanin em li welatê xwe mêvandariya derdora 4 milyon birayên xwe yên Sûrî dikin, lê ji niha û pê ve li gor şert û mercên heyî, em nikarin êdî  ti koçberan werbigirin û bikin mêvan. Ji ber wê jî pêleke nû ya koçberan a ji bo welatê me ne mumkin e û nayê qebûlkirin. Ji ber wê jî armanca çalakiyên me yên li wir jî ew e ku birayên me yên Sûrî li wir li ser axa xwe bimînin. Ti armancake din a me ji bilî vê nîne."

Akar her wiha anî ziman, "Biryara 2254 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî heye, me li wir diyar kir ku divê  ev biryar bi awayek berfireh bê cîbîcîkirin daku ewlehiya herkesê li wir bê parastin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst