Li Antalyayê êrişî otobusên Dêrsim û Semsûrê kirin

05-11-2022
RÛDAW
Nîşan Antalya Semsûr Dêrsim Êriş Otobus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Antalyayê xaran avêtin otobusên rêwiyan ên "Adiyaman Gularas" û "Can Dersim Tuncelililer". Di êrîşê de camên her du otobusan hatin şikandin, hê jî nayê zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Tîmên cendirme yên ku çûn cihê bûyerê girtînameyek amade kirin. Şofêrê otobusa Adiyaman Gularasê jî got "Her tim vê yekê li dijî erebeyên rojhilatî (Bakurê Kurdistanê) dikin."

Li gorî nûçeya Evrenselê, li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê otobusên Adiyaman Gularas û Can Dersim Tuncelililer rastî êrîşa bi axaran hatin. Di êrîşê de tu kes birîndar nebû, lê camên otobusan hatin şikandin.

Şofêr û rêwiyan gotin ku xar ji dûr ve hatine avêtin, lê wan kesên ku xaran avêtinê nedîtine. Di derbarê êrişê de girtîname hate girtin.

Şofêr Adiyaman Gularas got “Can Dersim Tuncelililer li pêş, Beydagi Turizm li nav û ez jî li paş diçûm. (xaran) avêtin erebeya Can Dersim Tuncelililer û ya me, ne avêtin ya Beydagiyê. Her tim tiştên wiha li dijî erebeyên rojhilatî dikin. Gule na xaran diavêjin, dibe ku bi çeqelikê diavêjin.”

Li ser pirsa ku êrîş ji aliyê zarokanve hatiye kirin, şofêr wiha got “ev ne karê zarokan e. Bi taybetî li dijî erebeyên rojhilatî dikin. Fermandarê cendirmeyan hat, bi dozger re hevdîtin kir. Lê ji ber ku ti kes li holê tinebû, tenê girtîname girtin.”

Di salên borî de li heman herêmê êrîş pêk hatibûn.

Di sala 2015'an de komeke ku ala Tirkiyeyê hilgirtibûn rê li trafîkê girtibûn û camên otobusên ku diçûn bajarên Bakurê Kurdistanê şikandibûn. Par jî êrîşên bi heman rengî li otobusên Ozlem Diyarbakir û Cizre Nuh hatibûn kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst