Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsim û Semsûrê ji ber berf û bagerê rêyên 561 gundan hatin girtin.
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê berfa ku demeke dewam dike, tesîreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê dike.
Sturiya berfê li hinek cihan digihêje 50 santîmetreyî û ji ber berfê rêyên 201 gundan hatin girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyan vekin dixebitin.
Li Semsûrê rêya 360 cihan hat girtin
Li gorî daxuyaniya Birêveberiya Taybet a Semsûrê jî berfa ku duh bi şevê dest pê kir bandora xwe didomîne.
Ji ber berfa zêde li navendê rêyên 25 gundan, li Bêsniyê rêyên 8 gundan, li Cêlikanê rêyên 28 gundan, li Aldûş û Serê Golan rêyên 29 gundan, li Kolikê rêyên 6 gundan, li Sincikê rêyên 18 gundan û li Tutê jî rêyên 5 gundan hatin girtin.
Her wiha rêyên 212 mezreyan Semsûr û navçeyên wê jî ji ber berfê hatine girtin.
Ekîbên pêwendîdar ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyan xebat da destpêkirin.
Her wiha li her heft navçeyên navborî yên Semsûrê ji ber berfê dibistan rojekê hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse