Rapirsî: Ji sedî 89ê ciwanan diçin ser sindoqên dengdanê

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Dengdan Ciwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Rapora Tirkiyê ji sedî 89ê ciwanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên di  navbera temenê 18-30 salî de  dê di 14ê Gulanê de biçin ser sindoqên dengdanê û dibêjin ku ew dê tekez dengê xwe bidin.

Ji tevahiya 62.4 milyon dengderên ku di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de mafê dengdanê hene, 13 milyon ji wan dengderên ciwan in. 6 milyon ciwan ji wan jî bo cara yekem diçin ser sindoqên dengdanê û mafê xwe yê dengdanê bikar tînin.

Kompanyaya Lêkolîna û Rapirsiyan a Rapora Tirkiyê  ligel dengderên ciwan ên temenê wan di navebra 18-30an de rapirsiyek kiriye û ji wan pirsiye ku dê di 14ê Gulanê de biçin ser sindioqan yan na.

Li gor encamên wê rapirsiyê ji sedî 89 dengderên ciwan dibêjin ku ew dê tekez biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Tenê ji sedî 2ê wan dibêjin ku ew dengê xwe nadin. Ji sedî 9ê wan jî dibêjin ku ew hîn jî  di vê mijarê de bê biryar in û xwe yekalînekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst