Li Bakurê Kurdistanê dengdan qediya

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Dengdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdan saet 07:00an dest pê kir.

Hilbijêrên parêzgehên mayî jî saet 08:00an şûn ve çûn ser sindoqan û dê saet 17:00an biqede.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk çû ser sindoqan.

Di hilbijartinên xwecihî ya 31ê Adara 2024an de dê ji 61 milyonan zêdetir hilbijêr di 208 hezar sindoqan de ji bo namzedên 34 partiyên siyasî deng bidin.

Li parêzgehên Agirî, Amed, Bedlîs, Çewlîg, Erzingan, Erzirom, Êlih, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Semsûr, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Riha, Wan, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê hilbijartinan saet 07:00an dest pê kir û heta saet 16.00an berdewam kir.

Herwiha li parêzgehên Artvîn, Gîresun, Gumuşhane, Ordu, Rîze, Trabzon û Bayburtê yên Tirkiyeyê jî dengdan di navbera demjimêr 07:00 û 16:00an de hat kirin.

Heta Komîsyona Hilbijartinan qedexeya weşanê raneke, encamên hilbijartinan dê neyên eşkerekirin.

1004 sindoqên seyar

Ji bo hilbijêrên ku ji ber nexweşî yan jî kêmendamiyê di nava cih û nivînan da ne, 1004 sindoqên seyar hatine amadekirin.

Ew dê dengê xwe bi rêya wan sindoqan bidin.

Heta saeta dengdanê neqede sindoq venabin

Li parêzgehên ku saeta dengdayînê 07:00-16:00 ye beriya 16:00an û li parêzgehên din jî beriya 17:00an dê deng neyên hejmartin.

Heger hemû hilbijêrên di lîsteyê de dengê xwe bidin jî bi teqezî heta saet neqede dê sindoq venebin.

Li aliyê din namzedên şaredariyan û serokên partiyên siyasî piştî bangeşeyeke dûr û dirêj çûn ser sindoqan.

“Hilbijêrên ku ji derve anîne deng didin”

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Enqereyê dengê xwe da û bal kişand ser “hilbijêrên qaçax” ên li Bakurê Kurdistanê.

Bakirhan amaje bi wê yekê da ku hêzên ewlehiyê ji bajarên cuda veguhastine bajarên Kurdan û wiha got:

"Beriya ku em bên vê derê, me dît ku hilbijêrên qaçax veguhastine hemû bajarên Kurdan.

Leşker û polîsên ku li wan bajaran najîn û hilbijêrên ku ji derve hatine, deng didin.

Bi ya min ji destpêkê ve di hilbijartinan de sextekarî hat kirin.

Tevî wê jî em bi hemû hêza xwe bangî gelê xwe dikin bila herin ser sindoqan û deng bidin."

“Polîs û leşker bi otobusan birin cihê dengdanê”

Herwiha li Şirnexê polîs û leşkeran bi otobusan dibin cihên dengdanê.

Li ser vê yekê parlamenter û rêveberên DEM Partiyê bertek nîşanî vê rewşê dan û di navbera wan û hêzên ewlehiyê de nîqaş derket.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst