Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku ewrên tozê ji aliyê Sûriyeyê ve tên û dê li 3 herêman bi bandor bin û tozbarîn dê 3 rojan berdewam bike.
Li gorî daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ewrên toza çolê ji aliyê Sûriyeyê ber bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve tên û li parêzgehên Mereş, Kilîs, Dîlok, Riha, Semsûr, Hatay û Edeneyê bandorê li ser jiyana rojane dikin.
Hatiye diyarkirin ku toza çolê bi bandora ba belav bûye û ji ber ku baran nabare wekî heriyê nabare lê dê kalîteya hewayê dakeve.
Tozbarîn dê 3 rojan berdewam bike û roja înê dê bandora wê kêm bibe.
Hişyarî hatiye dayîn ku kesên nexweşiya wan a nefesê hebe divê tedbîrên pêwîst wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse