Amerîkayê 5 kompanyayên Tirkiyeyê ceza kirin: Sedem Rûsya ye!

15-09-2023
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amarîkayê Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amarîkayê Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Kompanyayên Tirkiyeyê Sizadan Hişyarî Rûsya Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, di çorçoveya cezayên aborî yên li ser Rûsyayê bi ser 5 kompanyayan û welatiyekî Tirkiyeyê de ceza sepand.

Amerîkayê ji ber peywendiyên aboriyê yên bi Rûsyayê re bi ser 5 kompanyayan û welatiyekî Tirkiyeyê de ceza sepand.

5 kompanya û welatiyekî Tirkiyeyê bi tohmeta ku bazirganiyê bi Rûsyayê re dikin dê bêne cezakirin.

Kompanyayên Tirkiyeyê, bi rêya keştiyên veguhestinê û kompanyayên bazirganiyê alîkariya keştiyên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê kiriye ku Amerîkayê bi ser wan de ceza sepandiye.

Amerîkayê gelek caran hişyarî dane Tirkiyeyê

Piştî ku ji ber şerê Ukraynayê cezayên aborî bi ser Rûsyayê de hatin sepandin berpirsên Amerîkayê derbarî peywendiyên aboriyê yên bi Rûsyayê re gelek caran hişyarî dane Tirkiyeyê.

Li gorî biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dê bi ser van kompanyayan de ceza werin sepandin:

- Kompanyaya Pîşesaziya Bazirganî ya Înformatîk a Demirciyê

- Kompanyaya Bazirganiya Derve ya Avahîsaziyê ya Margianayê

- Kompanyaya Denkar Ship Constructionê

- Kompanyaya CTLyê

 - Kompanyaya ID Ship Agencyê û xwediyê wê Îlker Dogruyol

Tê çaverêkirin ku biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro bi awayê fermî were eşkerekirin.

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amarîkayê Matthew Miller, pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Wahingtonê Diyar Kurde ya li ser vê mijarê bersivand.

Matthew Miller diyar kir ku bi Tirkiye bo wan hevkarekî girîng e.

Miller herwiha civîna Serokê Amarîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi bîr xist.

Matthew Miller wiha gor:

“Biryarên ku li hemberî kompanyayan hatin wergirtin bandorê endamtiya Swêdê ya NATOyê nakin.

Tirkiye ji girîngiya ku em didin vê endamtiyê haydar e û em nafikirin ku ev biryar zererê bide vê pêvajoyê.”

 “Têkiliyên me yên bi Îraqê re berdewam dikin”

Metthew Miller herwiha pirsa Diyar Kurde ya li ser pêwendiyên Wahington-Bexdayê jî bersivand:

“Em dê bi rêveberiya Bexdayê re bo pêşxistina beşa aboriyê û bankan xebatên xwe pêş ve bibin.”

Matthew Miller anî ziman ku wan bi Hikûmeta Îraqê re reform îmze kirine û got:

“Em dê demên dirêj bi hev re bixebitin. Bi vê re dê Îraq li gorî standardên navdewletî pêş bikeve û karibe pêşiyê li ber fînansekirina terorê û çalekiyên neqanûnî bigire.”

“Em dê li hemberî spîkirina pereyan têbikoşin”

Ji aliyê din ve, Alîkara Wezîrê Fînansekirina Terorê û Sûcên Diravî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, Elizabeth Rosenberg, hefteya borî li Bexdayê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî re civiyabû.

Civîn bi mebesta rêlêgirtina “spîkirina pereyan” û “têkoşîna bi xizaniyê” re hatibû lidarxistin.

Matthew Miller bi bîr xist ku Sudanî di hevdîtinê de gotiye “Ew dê li hemberî spîkirina pereyan û xizaniyê têbikoşin.”

Amarîkayê, beriya niha 14 bankên Îraqê siza kiribûn.

Sedema sizadana van bankan ew bû ku wan “sizayên li ser Îranê binpê kirine” û “qeçaxçitiya dolaran kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst