Ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya tozbarînê

19-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tozbarîn Hişyarî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên ku bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hevsînor in, hişyariya tozbarînê hat dayîn.

Ji welatiyên bitemen, nexweşên kronîk û zarokan hat xwestin ku li hemberî bandorên xirab ên tozbarînê tedbîrên pêwîst wergirin û rojên tozbarînê dernekevin derve.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ve hatiye belevakirin, tê pêşbînîkirin ku di çend rojên bê de pêleke germahiyê Bakurê Kurdistanê bide ber xwe.

Ji ber wê pela germahiyê dê li bajarên Bakurê Kurdistanê pileya germê jî zêde bibe.

Li aliyê din, ji bo parêzgehên Riha, Dîlok û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya tozbarînê hat dayîn.

Roja înê tozbarîn dest pê dike

Çavkaniyên keşnasiyê ragihandiye ku roja înê toza çolê ji ser Sûriyeyê diçe nav Bakurê Kurdistanê û li bajarên wê yên bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re hevsînor in, dibe sedema tozbarînê.

Tê pêşbînîkirin ku tozbarîn bandorê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û bajarên Anatolyaya Navînê bike.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tozbarîn bi taybetî bandoreke zêde li parêzgehên sînorî yên Riha û Dîlokê dike.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê herwiha hişyarî jî daye kesên bitemen, nexweşên kronîk û zarokan ku li hemberî tozbarînê tedbîrên pêwîst wergirin û dernekevin derve.

Di heman demê de hişyarî daye ku wan rojan otomobîl û balkonên xaniyan neyên şûştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst