STENBOL - Çîroka mamosteyekî Kurdî: 'Em dixwazin xizmetê ji gelê xwe re bikin'

05-02-2024
Omer Sonmez
Mamosteyê Kurdî Sîdar Gok/Wêne: Rûdaw
Mamosteyê Kurdî Sîdar Gok/Wêne: Rûdaw
Nîşan Dersa Kurdî Mamosteyên Kurdî Sîdar Gok
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka erkdarkirina mamosteyên zimanê Kurdî berdewam e.

Ji ber ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê salane 2-3 heb kontenjan ji bo mamosteyên Kurdî vediqetîne derçûyên Kurdolojiyê nikarin wekî mamoste bêne tayînkirin.

Ji loma jî piraniya wan di karên din yên wek înşaet, garsonî, kasiyerî û cotkariyê de kar dikin.

Mamosteyê Kurdî Sîdar Gok jî yek ji wan mamosteyên zimanê Kurdî ye ku ji neçarî li Stenbolê li dikana pîzayê bi mûçeya herî kêm dixebite.

Mamoste Sîdarê ku 4 zimanan dizane, dixwaze karê xwe yê mamostetiyê bike.

Ew bangî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê dike ku kontenjana mamosteyên Kurdî bêne zêdekirin.

Xewn û xeyala Mamoste Sîdar û mamosteyên din ên zimanê Kurdî ew e ku ew li dibistanan zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî bikin.

Sîdar Gok, yek ji mamosteyên zimanê Kurdî ye ku wekî mamoste nehatiye tayînkirin û ji neçarî karên din dike.

Mamoste Sîdar, di sala 2020î de ji Zanîngeha Mûşê ji beşa Ziman û Wêjeya Kurdî der çûye lê ji ber ku salane ji bo mamosteyên Kurdî bes 2-3 heb kontenjan têne veqetandin, ew ji neçarî ji bo debara malbata xwe bike berê xwe daye garsoniyê.

“Piraniya hevalên min ên beşa Kurdî li înşaetan dixebitin"

Mamosteyê Kurdî Sîdar Gok got, “Min beriya 4 salan beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedand.

Ji ber ku di wezîfedarkirina mamostetiya zimanê Kurdî de tengasî heye ez nehatim erkdarkirin.

Ez jî wekî beriya zanîngehê vegeriyam ser karê xwe yê berê yê loqenteyê. Piraniya hevalên min ên Kurdolojiyê li înşaet û loqenteyan kar dikin.”

Mamoste Sîdar, li Stenbolê li dikana pîzayê di hefteyê de 6 rojan, rojane jî derdora 10 saetan bi mûçeya herî kêm yanê bi 17 hezar lîreyê Tirkî dixebite.

“Mamosteyên Kurdî ne tenê ji bo Kurdan, dê ji bo Tirkan jî xizmeteke baş bikin”

Sîdar Gok wiha berdewam kirm, “Mixabin rewşa heyî ji bo mamosteyên Kurdî ne baş e.

Dîsa jî ji bo çand û zimanê Kurdî meriv hêvîdar be. Mamosteyên Kurdî bes ji bo Kurdan na, ji bo Tirkan jî wê xizmeteke baş bikin.

Lazim e mamosteyên Kurdî garsonî û kasiyeriyê nekin, karê xwe bikin. Bila ew bên wezîfedarkirin û xizmeta gelê xwe bikin.”

Sîdar Gokê ku ji Êlihê ye û ev 4 sal in li Stenbolê dijî, bi zimanên Îngîlîzî, Tirkî û Farisî baş dizane.

Herwiha ev mamosteyê Kurdî li gel Kurmancî zaravayên Soranî û Zazakî jî dizane.

Xewn û xeyala Mamoste Sîdar û mamosteyên din ên zimanê Kurdî ew e ku ew li dibistanan zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst