Tirkiye: Di navbera amarên enflasyona TUÎK û ENAGê de %96.44 ferq heye

04-08-2022
Ferdî Sak
Tirkiye: Di navbera amarên enflasyona TUÎK û ENAGê de %96.44 ferq heye
Tirkiye: Di navbera amarên enflasyona TUÎK û ENAGê de %96.44 ferq heye
Nîşan TUÎK ENAG Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎKê) roja Çarşemê amarên enflasyona salane û mehane belavkirin lê careke din ew amar di nav partiyên opozîsyona Tirkiyê de bûne sedema karvedanan.

Li gor ku TUÎK dibêje di Tîrmeha îsal de li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyon bi rêjeya %2.37 zêde bûye û enflasyona salane gihiştiye ji sedî 79.6 lê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) dibêje enflasyon di heman mehê de ji sedî 5.03 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 176.04, wate di navbera amarên her du saziyan de ji sedî 96.44 ferq heye ku Tirkiye ji sala 1998an ve yekem car rûbirûyî tabloyeke bi vî rengî ya enflasyona zêde dibe.

Cîgirê Hevserokê HDPê Ridvan Turan anî ziman, “Hemû aliyên aborî dizanin ku 3 kêm an 5 zêde di navbera ew enfilasyona ku TUÎKê ragihandiye û enfilasyona ku Odeya Bazirganiya Stenbolê ragihandiye de kêm zêde wekweheviyek heye. Lê ev ferq her ku diçe zêde dibe. Ev yek jî nîşan dide ku enfilasyona TUÎKê ragihandiye bi guman e û careke din nîşan daye ku nerast e.”

Li gor saziya amaran a Tirkiye Enflasyona Xorakê di Tîrmeha îsal de li wî welatî gihiştiye ji sedî 94.65 û di wê mehê d herî zêde nirxê dermanan bi rêjeya ji sedî 18.6  bihabûne. Ev di demekê de ye tenê meha Temûzê derman ji sedî 25 hatibûn bihakirin.Partiyên opozîsyonê Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan rêveberiya wî sedema sereke ya vê tabloya aborî dibînin.

Berdevkê CHPê Faîk Oztrak got, “Eger îro li metbexan beroş vala bin, agir bi bazaran ketibe, welatî ji bo kirîna nanê erzan bi demjimêran di dorê de bimînin, zarok birçî razin, kirîna otonmobîl û xaniyekê bo kedkaran bibe xeyal take berpirsekê wê heye. Ew jî ew kes e ku dibêje ez aborînas im.  Erdogan e  ku dibêje berpirsê aborî ez im. Ne ti kesek din e.”

Yek ji sedemên bihabûna nirxên pêdiviyên sereke di nav bazarên Tirkiyê de daketina berdewam a nirxê lîreyê Tirkî ye  li beramber dolar û diravên biyanî . Piştî ragihandina amarên enfilasyonê îsal bo carekem yek dolarê Amerikî di bazaran de 18 lîreyên Tirkî derbas kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst