Li Parlamentoya Tirkiyeyê pevçûna ji ber qeyûm: Parlamento hat girtin

04-06-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Pevçûn Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partî di Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de biryara danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê protesto kir û wan kursiyê Parlamentoyê dagîr kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Her doh Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

Ji doh ev biryar li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê protestokirin. 

DEM Partiyê jî îro di rûniştina Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de biryar protesto kir.

Parlamenterên DEM Partiyê bi pankartên “Şaredarî yên me ne, Em rê nadin xespkirina qan” çûn ser kursiyê parlamentoyê û li derdora kursî çalakiya nobetê dan destpêkirin.

Wekîla Serokê Parlamentoyê hişyarî da parlamenterên DEM Partiyê

Wekîla Serokê Parlamentoyê Gulîzar Bîçer Karacayê hişyarî da parlamenterên DEM Partiyê da ku careke din biçin û li cihên xwe rûnin.

Lê Parlamenterên DEM Partiyê ji kursî nehatin xwarê û çalakiya xwe berdewam kir.

Wekîla Serokê Parlamentoyê li ser vê yekê neçar ma navberê bide rûniştina parlamentoyê.

Lê tevî 4 caran ji navberdayînê, parlamenterên DEM Partiyê li ser çalakiya xwe berdewam bûn û dirûşmên “Qeyûm barbe ye û ji darbeyê re na” gotin.

Parlamento hat girtin

Gulîzar Bîçer Karacayê piştî vê yekê got:

“Em ji ber qelebalixiyê nikarin berdewamiyê bidin xebatên xwe” û parlamento girt.

Piştî girtina parlamentoyê hejmarek parlamenterên AK Partiyê bi destan li kursiyên xwe dan û ew jî çûn derdora kursiyê Parlamentoyê û wan dirûşma “Em li Parlamentoyê terorîstan naxwazin” got.

Parlamenterên DEM Partiyê bi dirûşma “li dijî faşîzmê mil bi milê hev” bersiva parlamenterên AK Partiyê da.

Pevçûn derket

Parlamenterên AK Partiyê jî piştî vê yekê parlamenterên DEM Partiyê dorpêç kirin û pankartên wan qetandin.

Piştre şer û alozî derketin û Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî ket erdê.

Di dîmenan de tê dîtin ku Parlamenterê AK Partiyê Osman Gokçek bi mistan êrişî parlamenterekî dike û heqaretê li parlamenterên DEM Partiyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst