Gergerlioglu: 11 girtiyan bi guman canê xwe ji dest dane

04-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Girtîgeh Mirinên bi Guman HDP Omer Faruk Gergerlioglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu ragihand ku li Tirkiyê di sala 2023an de 13 girtiyan canê xwe ji dest dane, ku mirina 11 kesan bi guman e.

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergeroglu encamên “Rapora Mirinên bi Guman ên Girtîgeh û Desteserkirinê” eşkere kirin.

Gergerlioglu got: “Li girtîgehên Tirkiyê hejmareke zêde girtî canê xwe ji dest didin. Ji 1ê Çileya 2023 heta 31ê Adara 2023an 2 jê jin û 11 mêr bi tevahî 13 girtiyan canê xwe ji dest dane. 2 jê girtiyên nexweş bûn.”

Gergerlioglu dibêje, 11 girtiyan bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dane û girtiyên nexweş ku mafê wan ê dermankirinê tê binpêkirin canê xwe ji dest didin û ew yek wek tiştekî asayî tê dîtin.

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Li girtîgehan girtî nexweş dikevin, girtiyên nexweş canê xwe ji dest didin. Di 3 mehên dawî de 11 jê bi guman 13 mirin hatine tespîtkirin. Wezîrê Zilmê Bekir Bozdag, hûn dixwazin ji ber xemsarî û derengmayînê çend kesên din bimirin. Girtiyên nexweş azad bikin.”

Gergerlioglu herwiha dibêje, dibe ku Tirkiye di hejmara mirina girtiyan de li ser asta cîhanê yekemîn be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst