TIRKIYE – 552 zarokên ji 6 salî û biçûktir di girtîgehan de ne

24-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Girtîgeh Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 552 zarokên ji 6 salî û biçûktir li gel dayikên xwe di girtîgehan de ne.

Parlamentera CHPyê ya Muglayê Gizem Ozcanê li ser hejmara zarokên ku li gel dayikên xwe di girtîgehan de dimînin li Parlamentoya Tirkiyeyê pirsenameyek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir.

Gizem Ozcanê got:

“Di girtîgehan de çend zarokên ji 6 salî û biçûktir li gel dayikên xwe dimînin. Gelo dê mafê rêbeza kelemçeya elektronîk ji bo dayikên di girtîgehan de bê dayîn.

Gelo ji bo dayikên wan zarokên ku dayik û bavên wan her du jî girtî ne, bi awayekî negirtî bên darizandin dê xebatek bê kirin.”

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî di bersiva xwe de got:

“Di girtîgehan de 552 zarokên ku temenê wan di navbera 0-6 salî de hene.

Bi armanca pêşketina zarokan yekîneyên alîkariya psîkososyal li girtîgehan û li derveyî girtîgehan piştevaniyê didin dayik û zarokan.

Xerciyên zarokan ên weke nivîn, paç, şîr û mamayan ji butceya giştî tên dabînkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst