Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê Heyeta Îmraliyê Cengîz Çîçek diyar kir ku banga Ocalan a ji bo danîna çekan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfeteke dîrokî pêşkêş dike.
Çîçek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê ya ku 4 saetan ajot parve kirin.
Wî eşkere kir ku Ocalan, nerîna xwe ya ji bo aştî û demokratîzekirina hem Tirkiyeyê hem jî Rojhilata Navîn daniye holê.
Cengîz Çîçek bû mêhvanê Bultena Bakur û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
"Serdaneke dîrokî, barekî giran"
Çîçek, hevdîtina bi Ocalan re ya ku 4 saetan ajotiye, wekî "rêwîtiyeke dîrokî" bi nav kir û got:,
"Di encamê de her gaveke rêwîtiya me ya Girava Îmraliyê, pirsgirêka Kurdan ne tenê Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û di eslê xwe de gelek aliyên cîhanê eleqedar dike.
Ji ber ku me li ser çareserkirina vê pirsgirêkê, li ser çareseriya dîrokî ya vê pirsgirêkê hevdîtinek pêk anî, ev ji bo me barekî gelekî giran bû.
Ji destpêka hevdîtinê heta xatirxwestina dawî, em rastiyeke zelal dibînin: Bi gotina wî, Ocalan bi şev û roj dihizire, tenduristiya xwe jî ji bo vê armancê diparêze û em jî rastî vê rastiyê hatin."
Çîçek daxuyand ku di hevdîtinê de Ocalan Doza Kurd ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar dike lê di çarçoveya Rojhilata Navîn û cîhanê de li mijarê dinêre û li pey çû:
"Beriya 14 salan jî dema min ew dît, bi rastî lîderekî ku ji bo azadiya gelê Kurd û paşeroja wan a demokratîk gelekî dihizirî, ji bo vê yekê pirtûk dinivîsî, parastinên xwe li ser vê ava dikirin, bi gotina wî, têdikoşiya da ku Kurdan ji qefesa komkujiyê rizgar bike."
“Kilîla Çareseriyê: Jidewrexistina çekan"
Wî bal kişand ser wê yekê ku mijarên sereke yên hevdîtinê "meseleya çareseriyê" bû û got ku bingeha bangên Ocalan ên li PKKyê danîna çekan e û diyar kir ku Ocalan “danîna çekan dide pêş.”
Parlamenterê DEM Partiyê Çîçek diyar kir ku Ocalan ji pêvajoyên çareseriyê yên berê ders wergirtine û got:
"Di pêvajoya Osloyê ya 2009-2011an û pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015an de ew gihişt vê têgihiştinê: Heta ku zemîna şer hebe, dinyaya hestan, nêrîn û awayê têkiliyê li gorî vê tê şekildan.
Di rewşa şer de, axaftin tune, diyalog tune û gotûbêj tune. Di vê rewşê de çi heye? Pevçûn heye, alozî heye, pêşdarazî heye. Ji ber vê, di vê rewşê de siyaset tu carî ji xwe re qadekê venake."
"PKK bi temamî guh dide gotinên Ocalan"
Wî li ser têkiliyên di navbera Ocalan û PKKyê de ev tişt gotin:
"PKK bi temamî guh dide gotinên Ocalan. Eger hevahengî nebûya, tevgera siyasî ya Kurd li cihekî wekî Rojhilata Navîn li ser pêyan nedima."
Cengîz Çîçek diyar kir, li gel 25-26 salên dûrîbûna fizîkî ya ji Ocalan, paradîgmaya wî ji aliyê rêxistinê ve hatiye qebûlkirin û wiha domand:
"Di encamê de em behsa mirovekî dikin ku tevgera Kurd li wî wekî rêberê xwe dinêre û li gel ku ji 25-26 salan ve ji hawê bi awayê fizîkî dûr e jî tevgera siyasî ya Kurd gelek girîngiyê dide ku bi paradîgma wî, ramanên wî, pêşniyarên wî re hevaheng bimîne.
Ramanên me yên cuda hene lê dema ku mijar berjewendiya hevpar a gelê Kurd be, hevahengî çêdibe.
Di serdana vê dawiyê ya Başûrê Kurdistanê de jî ev yek hat dîtin."
"Dibe ku provokasyon çêbibin"
Çîçek diyar kir ku Ocalan bawer dike ku pêvajoyên çareseriyê yên berê bi provokasyonan hatine qutkirin û pirsên ku Ocalan ji rayedarên dewletê kirine parve kirin û anî zimên:
"Birêz Ocalan ji rayedarên dewletê dipirse: 'Ma hêza we têrî astengkirina van provokasyonan nake? An jî hin kes bi zanebûn vê dikin?'
Ew ji salan ve vê dibêje: Li hundir û derve hêzek heye ku naxwaze pirsgirêka Kurd di navbera Kurd û Tirkan de were çareserkirin û ji vê yekê aciz dibin."
Çîçek got, Ocalan bawer dike ku ev şer wekî tiştekî "mecbûrî" hatiye ferzkirin û divê hemû alî li ser provokasyonan lihevkirinekê bikin.
“Înîsiyatîva Bahçelî û Erdogan wekî tiştekî dîrokî dibîne"
Li gorî Çîçek, Ocalan dewletê wekî mixatabê xwezayî dibîne û Ocalan gotiye:
"Sîstemeke dewletparêz a 100 salî heye. Min bi vê sîstema dewletparêz re şer kir. Bi awayekî xwezayî, ew dixwaze nûnerên dewletê wekî mixatab bibîne."
Çîçek diyar kir ku Ocalan giringiyeke mezin dide pêvajoya ku bi banga serokê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kiriye û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye piştgirîkirin, û wiha got:
"Mîna inîsiyatîva ku Ozal wergirtibû, îro jî înîsiyatîvên ku Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan girtine, ew wekî tiştekî dîrokî, girîng û diyarker dibîne. Ew hêja û qîmeta helwest û gotinên wan dizane û li gorî vê yekê diaxive."
Cengîz Çîçek got, Ocalan bi gotina "Ez berpirsyariya vê karî digirim ser xwe" helwesteke bi bawerî daye nîşandan.
"Kamera hebûn lê ez nizanim dixebitîn an na"
Çîçek diyar kir ku hevdîtin bi şandeyeke 11 kesî di bin şert û mercên girtîgehê de pêk hatiye û got:
"Kamera hebûn lê ez nizanim dixebitîn an na. Gotinên Ocalan ew qasî bi qîmet bûn ku me hewl da em ti carî ji wan ji bîr nekin."
Çîçek got ku wî di axaftinên Ocalan de ti girîngiyeke taybet a li ser Rojavayê Kurdistanê nayê bîra wî û got ku serokê PKKyê bawer dike ku aştiyeke ku li Tirkiyeyê pêk were dê li Rojhilata Navîn belav bibe û domand:
"Ev rewşa demokratîk û aştiyê ku li Tirkiyeyê belav dibe, dê li Îran, Îraq û Sûriyeyê jî bi demê re bandorê bike.
Ev rêya ku em dikin, dê demokrasî û çanda demokratîk bigihîne Rojhilata Navîn. Ev dê bibe ronesansa hemû gelên Rojhilata Navîn."
"Ji bo kongreya PKKyê di rewşeke baş de bicive divê operasyon rawestin"
Çîçek bîr anî ku PKKyê daxuyandiye ku dê li gorî banga Ocalan kongre bicive û got:
"Ji bo ku kongre di rewşeke ewle de bicive, divê operasyon rawestin û agirbestek were îlankirin.
Dewlet, mixalefet, civaka sivîl û rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwedî berpirsyarî ne."
Wî bal kişand ser wê yekê ku di rewşa pevçûnê de çareserî ne pêkan e û wiha got, "Karayilan dibêje ku em li mesafeya 30 metreyî şer dikin. Di vê rewşê de kongre nikare bê lidarxistin."
"Nîqaş dikarin zererê bidin"
Çîçek hişyarî da ku di destpêka pêvajoyê de nîqaşên wekî "Ma Rojava di nav vê de ye yan na" dikarin zererê bidin û got:
"Em behsa bangeke dîrokî dikin. 50 sal in çîrokek tê jiyîn. Hem gelê Tirk û hem gelê Kurd windahî dan, birîndar bûn.
Dema ku awayên dermankirina wan hene, ev nîqaş tiştekî nade me."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse