Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç da zanîn ku Abdullah Ocalan ji Heyeta Îmraliyê re gotiye, “Li ser derketina min mijûl nebin, derketina min ne girîng e.”
Piştî ku şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir bi gelek partiyên siyasî re jî civiya.
Heyeta ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê herî dawiyê bi hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê re civiya.
Tê payîn ku şande li ser hevdîtinên xwe daxuyaniyeke berfireh bide.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç ji Rûdawê re got, “Dibe ku îro daxuyanî were belavkirin.”
Piştî ku heyet çû Îmraliyê mijara ku dê Ocalan derkeve “hepsa malê” dîsa bûye rojev.
“Derketina min ne girîng e”
Mehmet Kamaç li ser vê mijarê got, “Birêz Ocalan ji şandeyê re gotiye, ‘Li ser derketina min mijûl nebin, derketina min ne girîng e.’”
“Eger nexşerêyeke diyar nebe banga çekdanînê nake”
Parlamenterê DEM Partiyê li ser mijara danîna çekan jî wiha got:
“Eger nexşerêyeke diyar nebe û Birêz Ocalan nêrîna dewletê bi zelalî nebîne banga çekdanînê nake.”
Kamaç diyar kir, “Di destê Birêz Ocalan de nexşereyêk heye, rola wî û DEM Partiyê cuda ye” û got:
“Pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin, pêvidî bi çareseriyeke demokratîk heye. Vê gavê xebat baş in, nêrîneke erênî heye.”
Mehmet Kamaç diyar kir ku nêrînên hemû aliyan ne yek in û got, “CHP dixwaze ku komîsyonek hebe û her tişt zelal be.”
Parlamenterê DEM Partiyê eşkere kir, “Civînên me bi partiyên siyasî erênî bûn” û got:
“Dibe ku Amhet Turk jî di nava şandeya Îmraliyê de cih bigire.”
Li gorî agahiyên ku Kamaç dane, ji bo ku peyamên Ocalan bigihîne Qendîlê hîn şandeyek nehatiye avakirin lê dê her rêyek bê peydakirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç hevdîtinên Heyeta Îmraliyê dinirxîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 13, 2025
🎙️ Mehmet Kamaç: Dibe ku îro daxuyanî were belavkirin
🎙️ Birêz #Ocalan gotiye, "Li ser derketina min mijûl nebin, derketina min ne girîng e"
🎙️ Eger nexşerêyeke diyar nebe û Birêz Ocalan… pic.twitter.com/CQYBILqDxq
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse