Soylu derbarê kuştina Sinan Ateş de daxuyaniyek da

04-01-2023
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu Sinan Ateş Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê kuştina Serokê berê yê Komeleya Nijadperestên Tirk (Ulku Ocaklari) Sînan Ateş ku hefteya borî rastî êrişa çekdarî hatibû de got “Em ê berpirsyaran bibînin û radestî edaletê bikin.”

Soylu li ser pirsa serokê Ulku Ocaklari yê berê Sînan Ateş ê ku 30ê Kanûna 2022an da li Enqereyê di êrîşekê de hatibû kuştin de da zanîn ku lêpirsîn di kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û Birêveberiya Ewlehiyê de tê meşandin.

Soylu got “Li vir ji bilî yê ku tetikê kişandiye, yanî du kesên din hedefa me de ne tê lêgerîn. Li vir em ê wan bibînin û radestî edaletê bikin. Li vir ji bo selametiya lêpirsînê tiştên ku em bibêjin ev e. Li ser gotegotên medyaya civakî gavavêtin ne rast e. Bila miletê me piştrast be, lêkolîn dê bi agahdarkirina raya giştî pêş bikeve. Em ê berpirsyaran bibînin û radestî edaletê bikin.”

Bi Îmamoglu re peywendiya telefonî

Soylu her wiha behsa polemika telefonê ya di navbera xwe û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de jî kir.

Soylu diyar kir ku di navbera wî û Îmamoglu 40 qeydên lêgerînê û got 29 caran Îmamoglu lê geriyaye û ew jî 19 caran li Îmamoglu geriyaye.

Soylu derbarê rapora lêpirsîna terorê ya Wezareta Navxwe ya li dijî Şaredariya Stenbolê de wiha got:

“Tu dikarî ji min re bibêjî min li hemberî navenda CHPê neperçiqîne, tu dikarî bibêjî em hevşehrî ne. Lê ne asayî ye tu bibêjî derew e. Di çarçoveya agahiyên ku hevalên te di civîna çapemeniyê de dane de em îflasê dibînin. Me van kesan dema di rê de derbas dibûn wergirt? Negot kesên ku hûn îdîa dikin minwan wernegirtiye şaredariyê, hûn buxtanan li min dikin. Xwe vir de wê de kirin ne rast e. Nirxa malbatê çi ye? Rêxistina terorê PKK mirovan dibe çiyê? Birayên wan li şaredariyan dike kar. Di daxuyaniyên xwe de nabê min kesên ku têkiliya wan bi terorê re hene wernegirtiye. Tu bersiva wê nîne. Dewlet mecbûr e vê yekê bipirse. Desthilata min tune ku ez wan ji kar derxînim. Piştî ku ji kar hatin avêtin li vê derê naqede. Yên ku ji kar hatine avêtin serî li saziya OHALê didin. Piştre jî pêvajoya dadgehê heye û diçin wê derê. Gelo ez dê kursiyek tayînî Şaredariya Stenbolê bikin ka îro Ekrem Îmamoglu kê girtiye kar? Kesên ku temenê wan  bi dijûnkirina dewletê re derbas bûne li hemberî xwe kiriye rêzê, hewl didin feraseta bi dijûnan ku dewletê diguherîne bidomînin. Dibêje min du kes dîtin û avêtin. Nexwe mafê te heye ku ji kar bavêjî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst