Îmamoglu: Ez bi fedîkarî qala danîna qeyûman dikim

17-11-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ekrem Îmamoglu, Ahmet Turk û xelkê Mêrdînê /Wêne: Rûdaw
Ekrem Îmamoglu, Ahmet Turk û xelkê Mêrdînê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Ekrem Îmamoglu Ahmet Turk Mêrdîn Qeyûm
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bi şandeyeke CHPyê re çû serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmed Turk.

Îmamoglu ji aliyê hevşaredarên ku di 4ê Çiriya Paşîn de ji kar hatine dûrxistin Ahmed Turk, Devrîm Demîr, hevşaredarên Amedê Sera Bucak û Dogan Hatûn ve li balafirgehê hat pêşwazîkirin.

Karwanê Îmamoglu paşê derbasî Qesra Qenco bû û li mala siyasetmedarê kurd Ahmed Turk bû mêvan.

Şaredarê Stenbolê ji Qesra Qenco ya li ser Dêrika Çiyayê Mazî, li dijî danîna qeyûman peyamên demokrasiyê dan.

Îmamoglu: Ez bi fedîkarî qala danîna qeyûman dikim 

Ekrem Îmamoglu got. "Diviyabû me îro li vir qala demokrasiyeke bihêztir û yekitiyeke bihêztir bikira.

Lê îro bi rastî ez wekî Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê bi fedîkarî qala danîna qeyûman dikim û qala helwesta me ya li dijî qeyûman dikim.

Li vir îro em qala mafê bijartin û hilbijartinê dikin. Bi rastî jî ev cihê xemgîniyê ye. Ev tişt serê me dixe ber me.

Ev rewş me fedîkar dike. Welatê me, komara me ya Tirkiyeyê, miletê me li cîhanê mixabin bê qîmet dike."

"Baweriya min zêde tune"

Ahmet Turk jî da zanîn ku danîna qeyûman derbeyeke mezin e li demokrasiyê û ew bawer nake ku careke din hikûmet wî vegerîne ser kar.

Ahmed Turk got, "Baweriya min zêde tune. Ev fikra min a kesayetî ye."

Piştî peyamên siyasî vê carê Îmamoglu û hevşaredarên DEM Partiyê ji Qesra Qenco berê xwe da Mêrdînê.

Îmamoglu bi xelkê re wêne girtin û bi dikandaran re jî civateke germ gerand.

Aynur Ozturkê got, "Me Ekrem Îmamoglu dît. Me meraq kir, me jî silav da wî."

"Em hildibijêrin em lê ew ên ku dixwazin diavêjin"

Esra Ozturkê wiha anî ziman, "Înşela wê ji me re tiştekî xweş derkeve.

Hilbijartinê em dikin lê mixabin ew ên ku dixwazin diavêjin."

Ferîde Turanê jî got, "Kêfa me hat, destek da me."

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm danîbûn ser Şaredariya Bajarê mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê ku di destê DEM Partiyê de bûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst