HEDEPê roja guherîna navê partiya xwe eşkere kir

03-12-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Tulay Hatîmogullarî Guherîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HEDEPê Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku ew dê di 8ê Kanûna Pêşîn de navê kurt ê partiya xwe biguherînin.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullariyê got:

“Biryara Dadgeha Bilind a daxwaza guhertina navê HEDEPê biryareke siyasî ye.

Em dê navê kurt ê partiyê biguherin lê me heta niha ji bo nav biryarek nedaye.”

Civîna Rêveberiya Navendî ya HEDEPê ku dê du rojan berdewam bike îro li navenda partiyê dest pê kir.

Di rojeva civînê de biryara Dadgeha Bilind a guherîna navê HEDEPê û hilbijartinên xwecihî hene.

Tulay Hatîmogullarî berî destpêkirina civînê li navenda partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

“Em dê navê kurt ê partiyê biguherin”

Hatîmogullariyê got, “Navê HEDEPê ji aliyê gel ve hat qebûlkirin û bi erênî hat pêşwazîkirin.

Lê derbarê vê yekê de jî darê darazê wekî `şûrê demokles` li ser serê me li ba dibe.

Îro û sibe dê ev mijar di rojeva civîna rêveberiya me de be ku dê du rojan berdewam bike.

Heta niha tiştekî zelal nîne. Me nerînên raya giştî û Meclîsa Partiyê jî wergirt.

Em dê di 8ê mehê de kongreya rêziknameyê bikin û nav biguherin.

Em li hember nerîna siyasî ya ku destwerdanê li nav û armancên me dike serî natewînin û em dê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Hatîmogullariyê derbarê hilbijartinên xwecihî de jî diyar kir ku wan heta niha stratejiya xwe ya ji bo bajarên Kurdan û bajarên Tirkiyeyê diyar nekiriye.

“Ne tenê li Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê jî gelek Kurd hene”

Hevseroka HEDEPê Hatimogullari axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Helwêsta me di vê mijarê de zelal e. Stratejiya me paş de gavavêtina desthilata AKPyê û rejîma zordar a faşîst bû.

Vê heyamê nerîna me ya zelal ew e ku em li bajarên rojava jî bi ser kevin.

Li her cihê ku dengder û gelê me dijîn heta hêza me hebe em dê ji bo bidestxistina nûnertiya rêveberiyên xwecihî siyasetê bikin.

Ev ne tenê ji bo Kurdistanê, îro li Stenbol, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û gelek bajarên din hejmareke zêde ya gelê Kurd heye.

Em dizanin ezmûneke cidî ya çep û sosyalîst a HEDEPê heye. Em dizanin ku opozîsyon jî eleqeyeke zêde nîşanî me dide.

Em dixwazin di rêveberiyên xwecihî de nûnertiya hemû aliyên ku em nûnertiya wan dikin hebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst