Meral Daniş Beştaş: Çîmentoya dîwarên Îsraîl li Xezeyê çêdike ji Tirkiyeyê diçe

18-10-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Meral Daniş Beştaş Tirkiye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla HEDEPê Meral Daniş Beştaşê ragihand ku çîmentoya dîwarên ku Îsraîl li Xezeyê çêdike ji Tirkiyeyê diçe û got: “Tirkiye di warê hinardekirina asin, pola û çîmentoyê bo Îsraîlê de di rêza yekem de ye.”

Serokwekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaşê îro li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de axivî.

Beştaş bal kşand ser êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û berdewamiya êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û got:

“Di mijara Filistîn û pirsa Kurd de ku du pirsên sereke ne li Rojhilata Navîn mixabin helwesta dualî di xebatên Parlamentoyê de hatin dîtin.

“Li Rojava jî şerekî bixwîn heye”

Belê di êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê de şerek wiha heye ku bi ti awayî  ligel hiquqa mirovî nagunce. Bomberankirina nexweşxaneyan jî xala dawî ye lê li Rojava jî şerekî bixwîn heye û êriş berdewam dikin.”

Meral Daniş Beştaşê herwiha got:

“Hûn nikarin li aliyekê şer şermezar bikin û li aliyê din bibin sedem û aliyê şer. Ez dixwazim careke din bînim ziman ku tedbîra herî girîng a ewlehiyê ku derbarê şer de bê wergirtin aşitî ye. Kesên ku di şer de winda dikin hemû mirovayetî, jin, zarok û bi milyonan kesên bê parastin in.”

“Tirkiye polîtîkayeke durû dimeşîne”

Bi gotina Beştaş desthilatdariya Tirkiyeyê di mijara Îsraîl û Filistînê de polîtîkayeke durû dimeşîne.

Serokwekîla HEDEPê got jî, “Polîtîkaya dustandardî ya desthilatê û polîtîkaya wê ya durû ne tenê di mijara pirsa Kurd de wiha ye, di rûbirûbûnên Îsraîl û Filistînê de jî wiha ye. Min li malpera Wezerata Derve nêrî, ji bo Îsraîlê vîze heye lê ji bo Filistîniyan nîne.”

Beştaş herwiha da zanîn ku çîmentoya dîwar û yekeyên niştecihbûnê yên ku Îsraîl li Xezeyê çêdike ji Tirkiyey diçe û wiha domand:

“Tirkiye di warê  lîsteya hinardekirina asin, pola û çîmentoyê ji bo Îsraîlê de di rêza yekem de ye. Em li ser vê mijarê jî li benda ronkirinekê ne û careke din êrîşê şermezar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst