AK Partiyê li ser kuştina Hekîm Luqman daxuyanî da

03-09-2024
RÛDAW
Nîşan Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk Hekîm Luqman Dihok Stenbol Fatîh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser kuştina karsazê Dihokî Hekîm Luqman got ku bûyereke asayîşê bûye.

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Navendî ya AK Partiyê di konferansa rojnemgereriyê de axivî.

“Bûyereke asayîşê wekî bûyereke siyasî nîşan dan”

Omer Çelîk behsa kuştina karsazê Kurd ê ji Dihokî kir û wiha got:

"Mixabin karsazekî ji Dihokê ji ber bûyereke asayîşa giştî li cihekî canê xwe ji dest da.

Ev partî rabû û got, 'Ji ber ku bi Kurdî diaxivî hat kuştin' û hewl da vê yekê li cihekî gelekî provokatîv bi cih bike.

Wisa kirin ku ew kes bi tenê ji ber axaftina bi Kurdî hatiye qetilkirin.

Niha binêrin, ev bûyereke asayîşê ye. Li mekanekê di navbera kesên li cihê bûyerê de şer derket û mixabin di encamê de wî karsazî canê xwe ji dest da.

Ev helwesteke pir provokatîv e ku wan bûyerek asayîşê wekî bûyereke siyasî nîşan da.

Yên vê yekê dikin, mafên wî kesê ku ji Dihokê ye û canê xwe ji dest daye naparêzin. Berovajî vê ew piştgiriyê didin siyaseta provokatîv a nefretê.

Heger welatiyekî me yan jî mêvanekî me ji ber zimanê ku diaxive bibe hedef, em dê li dijî vê yekê bisekinin.

Yên ku qedexeyên li ser vê meseleyê rakirin û di TRTyê de kanalek vekir em bûn. Em dê ti carî destûrê nedin nêzîkatiyên bi vî rengî.”

Çi bûbû?

Roja 31ê Tebaxê, di encama êrişa 10 kesan de, karsazê Kurd ê ji Dihokê Heqîm Luqman ku bavê 7 zarokan e, li navçeya Fatîhê yê Stenbolê bi kêran hatibû kuştin.

Bira û pismamên Hekîm Luqman li cihê bûyerê bûn û hatin binçavkirin û piştî çend saetan hatin berdan.

Parêzgariya Stenbolê ji bo lêkolînkirina bûyerê komîteyek ava kir û tohmetbarê sereke yê bûyerê doh desteser kir.

Malbata Hekîm Luqman îdia kir ku Hekîm Luqman ji ber axaftina Kurdî rastî êrişê bûye û 10 kesan êrişî wî kiriye.

Kuştina Hekîm Luqman bû sedema bertekên raya giştî ya Kurdan.

Gelek sazî û partiyan daxuyanî dan ûwan êriş şermezar kir.

Cenazeyê Hekîm Luqman doh li Dihokê bi merasîmekê hatibû veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst